YPG`ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe yê li Helebê şehîd bûye, eşkere kir û soz da ku dê her tim şopdarên rêya şehîdan bin û ji bo pêkanîna xeyalên wan dê têkoşîna azadiyê bilind bikin.

YPG`ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
29 cotmeh, 2022   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî şehadeta hevrêyê xwe Mihemed Ereb (Ebû Ereb) daxuyaniyek nivîskî parve kir. Tê da wiha got:

“Rêhevalê me Ebû Ereb di 28’ê Cotmehê de li Helebê dema li ser erka xwe bû, di encama qrîza dil de gihîşt şehadetê.

Rêhevalê me Mihemed Ereb bi nasnav Ebû Ereb di sala 1967’î de li bajarê Helebê yê Sûriyê hatiye dinê. Her çiqas di bajarên derveyî Kurdistanê de emrê xwe derbas kiribe jî Kurdekî bi axa xwe girêdayî û welatperwer e. Bi çand û zimanê xwe mezin bûye û parastî ye. Wekî/e her mirovekî welatparêz li gor hêza xwe erk û berpirsyartîyên li hember parastina gel û axê girtiye û heya kêlîya dawî jî pêk anîye.

Em wek rêhevalên Ebû Ereb û hemû lehengên xwe yên me wan spartîye dilê xwe her tim şopdarên wan bin û di pêkanîna xeyalên wan ên mezin de şehadeta wan bibe sedemeke xurt a têkoşîna meya azadiyê. Em serî da sersaxîyê ji malbata şehîdê xwe ra û gelê xwe yê birûmet re dixwazin.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Ebû Ereb

Nav û Paşnav: Mihemed Ereb

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Ebdilmecîd

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb | 28’ê Cotmeha 2022.”

(cx)