Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê biryara dirêjkirina qedexeya hevdîtinê şermezar kir

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê bertek nîşanî biryara dirêjkirina qedexeya hevdîtina bi rêber Ocalan re û got, heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dê berxwedanê geş bikin.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê biryara dirêjkirina qedexeya hevdîtinê şermezar kir
29 cotmeh, 2022   10:58
 NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê têkildarî biryara dirêjkirina qedexeya hevdîtina bi rêber Ocalan re ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve, daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser biryarê û wiha got: “Dewleta Tirk wekî her car biryarek da û hevdîtina rêber Abdullah Ocalan bi malbatê û parêzeran re heta 6 mehên din qedexe kir.

Ev biryar  berdewamkirina binpêkirina mafên mirovan ji aliyê dewleta Tirk ve û berdewamkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan  nîşan dide. Her wiha nîşan dide ku dewleta Tirk hewldanên tunekirina îradeya azad ya gelê Kurd dewam dike û nahêle ku ew armancên xwe pêk bînin, yan jî bigihêjin xeyalên avakrina îradeya azad û demokratîk. Dîsa bi wê yekê dixwaze vîna xurt a rêbertî bişikîne.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi vê helwesta xwe, tirs û qebûlnekirina jiyana hevbeş, aştî û demokrasiyê ku rêber Ocalan di parêznameên xwe de pêşniyar kiriye, îsbat dike û got: “Hevdîtina bi rêbertî re tê wateya biratiya gelan, aştî û demokrasiyê.”

‛TECRÎD DERBEYEK JI DERBEYÊN CEZAYAN E’

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê ‎di daxuyaniya xwe da zanîn ku dewleta Tirk ruxmî ku di rewşên krêt re ji aliyê aborî, bêkarî û hêrsa gelî re derbas dibe û di rewşeke hestiyar re li pêş hilbijartinan, lê bi vê helwesta xwe lîstokên xwe yên qirêj eşkere dike û hûnandina tayên komploya xwe li dijî gelê Kurd temam dike.

Her wiha hat gotin: "Ji ber wê nêrînên rêber Apo ên demokrasî, aştî û jiyana hevbeş çareya herî guncaw ji bo çareserkirina doza Kurd, Tirkiyê û mirovahiyê ne.ʹʹ

Însiyatîfê di daxuyana xwe de ev tişt got: "Ji ber wê rakirina cezayên ku dadgeha Tirkiyê li dijî rêber Ocalan birîne, dikeve xizmetî hemûyan, nexasim gel, civak û hezvanên aştî û demokrasiyê. Ji ber ku ev ceza hemû pîvan, qanûn û peymanên navneteweyî bin pê kirin. Ev tecrîda li dijî rêber Ocalan ku ji 23 salan ve hatiye ferzkirin, tu tecrîd mîna wê tune ye, ji ber ku armanca wê şikandina vîna rêbertî ya

‛ÎMRALIYÊ GUANTANAMO DERBAS KIR’

Însiyatîfê diyar kir ku Îmralî ji Guantanamo xerabtir e û ev tişt got: "Li gel ev tecrîda ku li dijî rêbertî hate ferzkirin, hîna di bêserûberî û binpêkirinên xwe de dewam dike û Guantanamo ku di bin çavdêrî û şopandina navneteweyî de ye derbas kir. Ji ber wê berxwedana gelê Kurd nasekine, lê belî dê fetîla wê bilindtir bibe heta azadiya fîzîkî ya rêberê xwe bi dest dixe. Ji ber azadiya fîzîkî ya rêber Apo azadiya gelê Kurd û hemû azadîxwazên cîhanê ye."

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), YE û hemû rêxistinên cîhanê yên têkildaîr mafên mirovan kir ku bi erkên xwe yên şikandina vê tecrîda demirovî ya li dijî rêber Apo rabin û ev tişt got: "Em bang li gelê xwe, dostên rizgarî, aştî û demokrasiyê dikin ku têkoşîna xwe li hemû cîhanê xurt bikin, vê tecrîda derexlaqî ya li dijî rêber Apo bişikînin û li hember komplo û lîstokên dewleta Tirk a faşîst bisekinin."

ANHA