Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome 

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li gelek navend û bajaran xwepêşandanên li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî berdewam dikin û careke din li Zahîdanê xwepêşander hatin qetilkirin û birîndar kirin.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didome 
29 cotmeh, 2022   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Sine, Urmiye, Kirmaşan, Qesirî Şirîn, Seqiz, Merîwan, Mehabat, Bokan, Serpêlê, Zehaw, Miyandiwa û Brucirdî Loristan duh di roja 45’an de xwepêşandan û nerazîbûnan berdewam kirin.

Li gelek taxên Sine ciwanan bi pêxistina agir û rêgirtinê nerazîbûn nîşandan.

Her wiha li qada Sineyê, piştî ciwanê bi navê Efşîn Mirwetî ji aliyê hêzên Îranê ve bi birîndarî hate binçavkirin û nûçeya qetilkirina wî hate parvekirin, gelek welatiyên Sine li ber nexweşxaneyê kom bûn û di navbera wan û hêzên rejîmê de alozî derket.

Herwiha hêzên rejîma Îranê êrişê malên xwendekarên zanîngeha Sineyê kirin û tê gotin ku herî kêm 8 xwendekar birîndar bûne.

Li seranserî Îranê jî, di roja Înê de weke înên borî bi hezaran kes daketin qadan. Li bajarê Zahîdanê hêzên rejîmê xwepêşander gulebaran kirin. Li gorî çavkaniyên nûçeyan, li Zahîdanê 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, 2 jê zarok in. Nêzî 45 kesan jî birîndar bûne.

Li Tehran, Erak, Tonkabon, Amul, Babol, Serawan û Êranşar jî xwepêşandan û nerazîbûn hebûn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, heta niha di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 253 kes hatine qetilkirin, ji vane 34 zarok in.

Hêjayî gotinê ye ku duh Wezareta Îtlaetê ya Îranê di raporek 30 rûpelî de xwepêşandan xiste stûyê saziyên îstixbaretê yên weke MOSAD, CIA’yê  û rewş weke plana wan bi nav kir. Her wiha kompanyayên torên civakî yên weke twitter û gelek saziyên ragihandinê û rêxistinên navneteweyî bêyî ku belge nîşan bide bi tevlîbûna vê planê sûcdar kir.