​​​​​​​Mîhrîcana Stranan a li Tebqayê bi belavkirina xelatan bi dawî bû

Mîhrîcana Yekemîn a Stranên Nîştimanî ya li Tebqayê di roja duyemîn de bi belavkirina xelatan bi dawî bû.

​​​​​​​Mîhrîcana Stranan a li Tebqayê bi belavkirina xelatan bi dawî bû
28 cotmeh, 2022   17:45
TEBQA

Mîhrîcana Yekemîn a Stranên Nîştimanî ya bi boneya salvegera damezrandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê duh dest pê kir. Mîhrîcan bi diruşmeya "Bi xwîna şehîdan tarîtî bi dawî bû û bi zendên ciwanan avakirin pêk hat", ji aliyê Komîteya Çandê ya Tebqayê ve hat organîzekirin.

Di roja duyem û ya dawîn de, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, nivîsgeh û komîteyên girêdayî wê, jinên ciwan, ciwanên şoreşger û bi sedan şênî beşdarî mîhrîcanê bûn.

/ar/uploads/files/2022/10/28/164713_akhttam-faalyat-mhrjan-alaghnyh-alwtnyh-alawl-fy-altbqh-28129.webp

Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Amir El Enad axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Piştre, komên Cirniye, Tebqa û Reqayê, stranên folklorî yên herêmê yên kurdî û erebî gotin.

Mîhrîcan bi belavkirina xelatan bi dawî bû.

(mh)

ANHA