​​​​​​​Rêveberiya Xweser 4 jin û 13 zarok radestî şandeya Awustralyayê kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 jin û 13 zarokên ji malbatên DAIŞʹê radestî şandeyeke Awustralyayê kirin.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser 4 jin û 13 zarok radestî şandeya Awustralyayê kirin
28 cotmeh, 2022   17:35
QAMIŞLO

Li gorî nûçeya di malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatiye weşandin, şandeyeke ji Awustralyayê bi seroketiya nûnerê Awustralyayê yê taybet ji bo Sûriyê Mark Anis Brown serdana navenda daîreyê ya li bajarê Qamişlo kir.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku şande ji aliyê cîgirên hevserokên daîreyê Fener Giêt û Robîl Biho û herdu endamên Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm û Gulistan Elî ve hat pêşwazîkirin.
Hate gotin, herdu aliyan li ser rewşa giştî ya Sûriyê û bi taybetî  ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û astengiyên siyasî, aborî, mirovî û ewlehî yên li pêşiya Rêveberiya Xweser nîqaş kirin.

Fener El Giêt got: “Êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û şêniyan koçber bike, di encamê de jî dê DAIŞ ji nû ve xwe bi rêxistin bike û hewl bide hin deveran dîsa kontrol bike.”

Fener  El Giêt destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser dê hevkariya xwe ya bi Awustralyayê û hemû dewletên din ên ku malbatên wan li ba Rêveberiya Xweser in re  bidomîne.

Nûnerê Awustralya  yên taybet ji bo Sûriyê jî anî ziman ku hikumeta Awustralyayê hertim ji bo krîza Sûriyê bi fikar e û ji bo çareserkirina wê bi rêbazên siyasî û li gor biryara Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254ʹan dixebite. Her wiha got: ʹʹEm hevkariya Rêveberiya Xweser a di radestkirina jin û zarokên awustralî de spas dikin. Hikumeta Awustralyayê fedakariya Hêzên Sûriya Demokeatîk yên li hember DAIŞ’ê nas dike û cihê teqdîrê bibîne."

Nûnerê Awustralyayê yê taybet ji bo Sûriyê Mark Anis Brown diyar kir ku Awustralya piştgriya mirovî da gelê Sûriyê, ji nav wan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Di nûçeyê hat destnîşankirin ku di dawiyê hevdîtinê de 4 jin û 13 zarokên ji malbatên DAIŞ’ê bi belgeyeke fermî di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dewleta Awustralyayê de radestî şandeyê hate kirin.

(mh)

ANHA