​​​​​​​Di pêşangeha pirtûkan de lêkolîner Salih Heydo hat xelatkirin

Di roja 7ʹan a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de nivîskar û lêkolîner Salih Heydo hat xelatkirin û du pirtûk hatin îmzekirin.

​​​​​​​Di pêşangeha pirtûkan de lêkolîner Salih Heydo hat xelatkirin
28 cotmeh, 2022   18:02
QAMIŞLO

6ʹemîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi diruşmeya "Pirtûk samanê cîhanê ye" di roja xwe ya 7ʹan de li Hola Zana ya bajarê Qamişlo dewam dike.

Di pêşangehê de nivîskar û lêkolînerê Kurd Salih Heydo, ji ber keda wî ya dewlemendkirina wêje û mîrateya kurdî,  ji aliyê Komîteya Amadekar a Rojên Çand û Hunerê ya Kurd a li Berlînê ve hat xelatkirin.

Her wiha dîwana helbestvanê  nemir Îbrahîm Derwîş a " Neqireskek Ji Jana Dil" û pirtûkeke li ser fêkirina lîstika şatracê ya ji zimanê ingilîzî wergerî zimanê erebî hatiye kirin, hatin îmzekirin. Her du pirtûk diyarî beşdaran hatin kirin.

Piştre pêşbirkeke çandî hat lidarxistin û pirtûk diyarî kesên serketî hatin kirin.

Pêşangeh wê sibe bi dawî bibe.

ANHA