​​​​​​​Dîsa heta 6 mehên din hevdîtin li rêber Abdullah Ocalan qedexe kirin

Piştî qedexeya kêfî ya hevdîtinê ya beriya niha ku li rêber Abdullah Ocalan ferz kiribûn, 6 mehên din jî hevdîtin lê hate qedexekirin.

​​​​​​​Dîsa heta 6 mehên din hevdîtin li rêber Abdullah Ocalan qedexe kirin
28 cotmeh, 2022   07:46
NAVENDA NÛÇEYAN 

Eşkere bû ku qedexeya hevdîtinê ya 13'ê Nîsanê li rêber Abdullah Ocalan hatibû ferzkirin, di 18'ê Cotmehê de dîsa heta 6 mehan hatiye dirêjkirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê piştî 18'ê Cotmehê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê da û xwest muwekîlê xwe bibînin.

Parêzeran her wiha xwest ji wan re bê gotin bê ka çima hevdîtin tê astengkirin. Dadgeriyê jî ji parêzeran re gotibû "qedexeyeke hevdîtinê" nehatiye ferzkirin.

Li ser vê yekê parêzeran di serlêdana 26'ê Cotmehê de pirsî; "Eger hevdîtina parêzeran ne qedexe be, çima em nikarin muwekîlê xwe bibînin?"

Dadgeriyê jî vê carê got têkildarî rêber Ocalan di 21'ê Cotmehê de cezayekî nû yê 6 mehan ê "qedexeya hevdîtina parêzeran" heye.

Parêzeran diyar kirin ku ceza ji wan re nehatiye ragihandin û dê îtiraz bikin.

Parêzer hefteyê du caran ji bo dîtina rêber Ocalan serlêdanê dikin. Lê belê serlêdana ji bo hevdîtinê bê bersiv tê hiştin. Carinan jî piştî çend mehan ji parêzeran re tê gotin ku cezayê dîsîplînê li rêber Ocalan hatiye birîn.