Di rojeva rojnameyên erebî de gefên nû yên li dijî bajarokê Yadode yê Derayê hebûn

Rojnameyên erebî yên îro, behsa gefên nû yên li dijî bajarokê Yadode yê Derayê, dayîna baweriyê ji hikumeta Iraqê ya nû re û nexşekirina sînorên deryayî yên di navbera Lubnan-Îsraîlê de kir.

Di rojeva rojnameyên erebî de gefên nû yên li dijî bajarokê Yadode yê Derayê hebûn
28 cotmeh, 2022   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

‛LI BAJAROKÊ YADODE YÊ DERYAYÊ GEFÊN NÛ TÊN XWARIN’

Der barê rojeva Sûriyê de rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: "Rûspî û kesên ji ber bajarokê Yadode yê parêzgeha Dera ya başûrê Sûriyê dan û standinan dikin, bang li kesên mal kirê kirine û ji derveyî bajarok in, kir ku navên xwe li navenda şaredariyê qeyd bikin. Li wir komîteyeke erkdarkirî heye ku ew ê biryarê bide ew kes bimînin an ji bajarok derkevin.

Li gorî çalakgerên ji herêmê, ew yek piştî civîna komîteya dan û standinan a bajarok bi komîteya ewlehiyê ya girêdayî rejîma Sûriyê re li Derayê, pêk hat. Di civînê de gefên pêkanîna operasyoneke leşkerî li bajarok li dijî kesên biyanî yên girêdayî rêxistina DAIŞ’ê hatin xwarin.

Fermandarekî herêmê da zanîn ku gelek endamên rêxistina DAIŞ’ê ji Yadode û Tefisê re piştî bûyerên dawî yên li Casimê û têkbirina şaneya girêdayî DAIŞ’ê, hatin veguhastin. Ew yek bi rêbazeke biguman û bi hêsankirina saziyên ewlehiyê pêk hat, da ku projeyên xwe yên têkbirina muxalîfên lihevkirinan heta roja îro li wan herêman red dikin, têk bibin û da DAIŞ kesên xwedî fikrên cîhadîst an jî tundraw li herêmê ber bi xwe ve bikişîne."

‛HIKUMETA SÛDANÎ PIŞTÎ SALEKE GIRAN A KRÎZAN RONAHIYÊ DIBÎNE’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Şeva berê parlamentoya Iraqê bawerî da hikumeta serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û piştî saleke ji nakokiyan û hin caran tund dibû, ronahî dît. Her wiha iraqiyan da zanîn ku avakirina hikumeta nû bi xwe re hilweşîna xizmetguzarî, rewşên civakî û debarê anîn. Lê Sûdanî li hember erkeke zehmet a siyasî, ewlehî û aborî ye.

Ev erêkirin û baweriya ji hikumeta nû re xwedî cihekî girîng di rêveçûna hêdî ya derketina ji krîza siyasî ye ku Iraqê zêdetirî salekê azarên wê kişandin.

Hikumeta nû ji 12 wezîrên şîe ku piranî ji hêla Çarçoveya Hemahengiyê hatin hilbijartin, 6 wezîrên ji sunnî, 2 wezîrên Kurd, wezîrek ji kêmneteweyan pêk tê. Lê hîna 2 wezaretên ji para pêkhateya Kurd di dan û standinê de ne û cih nehatine dagirtin. Her wiha 3 jin di hikumeta nû de hene."

‛LUBNAN; GELO NEXŞEKIRINA SÎNORÊN DERYAYÎ BI ÎSRAÎLÊ RE TÊ ÇI WATEYÊ?’

Têkildarî dosyaya nexşekirina sînorên deryayî yên Lubnan-Îsraîlê rojnameya El Beyan wiha nivîsand: "Piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bi rêya navbeynkarê xwe Amos Hochstein tev li dan û standinên nexşekirina sînorên deryayî yên di navbera Lubnan û Îsraîlê de bûn, duh li navenda hêzên awarte yên navneteweyî (UNIFIL) ku li başûrê Lubnanê dixebitin, li herêma Naqore ya sînor, lihevkirineke dîrokî pêk hat.

Piştî navbeynkarê amerîkî gihaşt Beyrûtê muzakereya nexşekirinê ya Lubnan-Îsraîlê li Naqore bi çavdêriya Amerîka û navneteweyî îmze kir û radestî berpirsên Lubnanê kir. Bi wê re lihevkirin kete meriyetê û dê xebata li ser vekolîn an jî derxistina gazê li her du aliyên sînorên nexşekirî dest pê bikin."

(fr)