‛Divê kedên zêde ji bo azadiya jinan de bên dayîn’

Beşdarên 4.Kongreya Yekitiya Jinên Suryan pesna rola jinên Suryan di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de da û got divê kedên zêde ji bo pêkanîna azadiya hemû jinan bên dayîn.

‛Divê kedên zêde ji bo azadiya jinan de bên dayîn’
28 cotmeh, 2022   11:53
QAMIŞLO

4.Kongreya Yekitiya Jinên Suryan li Sûriyê li hola Selam a li Qamişloyê dewam dike.

Di axaftina destpêkê de berpirsê rêxistina Yekitiya Jinên Suryan li Sûriyê Îlham Mutelî bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Ruxmî zehmetiya qonaxê, lê jinên suryanî barê têkoşînê heta gihandina jinên suryanî ber bi astên pêşketî ve bi desteka Hêzên Jinan ên Bêt Nehrên hilgirtinê ser milên xwe."

‛EM Ê AZADIYÊ JI HEMÛ ETNÎK Û PÊKHATEYAN RE PÊK BÎNIN’

Îlham îşaret bi xebatên yekitiyê kir û wiha pê de çû: "Gelek civîn hatine lidarxistin hta jinên suryanî gihaştin vê astê ku parastina dozên jinan bikin. Jinên Suryan tev li hemû qadên siyasî, leşkerî û aborî bûn û hemû astengî derbas kirin û di Rêveberiya Xweser de nûnertiya gelê xwe yê asûrî, keldanî û suyranî kir û di nivîsandina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de beşdar bûn."

Îlham ev tişt got: "Jinên Suryan ji bo gihandina civakeke demokratîk, azad û adil dixebitin. Em jinên Suyran dê xewna xwe ya pêkanîna cihekî bilind pêk bînin, da ku hemû jinên ji tevahî etnîk û pêkhateyan azadî û mafên xwe bi dest bixin."

‛BÊYÎ JIN XWE BIGUHERE NE PÊKAN E LI SER ÇI GUHARTINÊ BÊ AXAFTIN’

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Nezîre Gewriye wiha got: "Qonaxa ku Rojhilata Navîn a ber bi guhartinê ve derbas dibe, di bingeh de jina şoreşger û berxwedêr heye û hîna li hember rejîmên desthilat in. Bêyî guhartina jinê ne pêkan e çi guhartinek çêbe."

Nezîre wiha domand: "Yekitiya Jinên Suryan derî li pêş jinan vekir ku erkên xwe pêk bîne û divê ew xwe xurt bike da ku nûnertiya gelê xwe û xwe di vê merheleyê de bike."

Nezîre da zanîn ku divê jin hemû enerjî û derfetên xwe ji bo gihandina civakeke demokratîk a azad û ji bo beşdariya di xebata siyasî de ku Sûriyeke nenavendî ya pirrengî were avakirin, xerc bikin.

‛EM Ê BIBIN HÊZA PARÊZVANÊN JINAN’

Endama rêveber a Hêzên Sutoro-Jin Ruba Qewmî da zanîn ku krîza Sûriyê yek ji krîzên mirovî ên cîhanê ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve pêk hatiye û wiha got: "Ev krîz bi encamên trajedîk ên li dijî gelê Sûriyê dewam dike."

Ruba wiha domand: "Tevlêbûna jinên Suryan di aliyê leşekrî de û beşdariya wan di hemleyeên ewlehiyê de astengiyeke mezin bû, şoreşeke neteweyî û dîrokî bi dest xist. Di civakê de jî hêz û vîna xwe bi gavên girîng îsbat kir."

Ruba îşaret bi êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herî dawî şehadeta yek ji endamên Hêzên Sutoro kir û wiha pê de çû: "Êrişên dagirkeriya Tirk vîna me naşikînin, lê belê hêz û israra me bi dozê zêde dikin. Em soz didin ku em ê bibin hêza parêzvan ji jin û gelê xwe re."

NASKIRINA DÎROK XWENASKIRIN E

Li aliyekî din jî endama Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Edalet Omer wiha got: "Di têkoşîna jinan a li tevahî qadan de jinên Suryan karî xwe di Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên Rêveberiya Xweser de bi rêxistin bike."

Edaletê wiha domand: "Tê zanîn ku dîrok ji jinê di xebata veguhastina ber bi civakîbûnê ve dest pê kir, her wiha têkilî di merheleya civakîbûnê de bi pêş xistin. Di dirêjahiya dîrokê de jin ji rol û vîna xwe hatin tecrîdkirin û bi hemû rê û rêbazan hewl da wê bikin kole û ji xwe biyanî bin."

Edaletê ev tişt anî ziman: "Naskirina dîrok xwenaskirin e, heke jin dîroka xwe nas neke, nikare xwe nas bike. Ji lew re divê em ji bandorên neyênî yên mejiyên xwe de rizgar bibin, em xwedî helwestên tund bin û pireyên hêviyê di nava hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ava bikin, ji ber xebata rizgarkirina zayendî, ne tenê girêdayî etnîkekê yan jî hêzekê ye, girêdayî her du zayendan e."

Edaletê diyar kir ku divê pêştgiriya jinan di eşkerekirina cewhera wê ya rasteqîn de bê kirin û li dijî herêmên êrişên li ser wê bisekinin û wiha anî ziman: "Bi vê yekê em dikarin ji nû ve vejin û şoreşa jinan binirxînin û bi yek destî bi hev re ji bo avakirina jiyaneke azad bixebitin."

Edalet Omer wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em bi hêvî ne ku biryarên girîng layiqî jinan bên dayîn. Em bawer in ku dê dîrok bibe hevkarê me û dîroka kevn bê tewandin û dîrokeke nû binivîsin."

Endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Taz Başa jî wiha got: "Diruşmeya "Wekheviya mirovî di nava zayendan de" xwedî nirx û nimûneyên bilind in û divê nava civakê de bê bicihanîn heta bi pêş bikeve."

Taz wiha domand: "Ev kongre di rewşên hestiyar û awarte de li dar dikeve, bi taybet krîza Sûriyê bi hemû bandor û karesatên xwe bêyî çareseriyan dewam dike."

Taz îşaret bi azarên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji ber êrişên dagirkeriya Tirk ve kir, mîna li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Her wiha behsa sûc û binpêkirinên dagirkeriya Tirk li dijî welatiyan pêk tînin kir, nexasim sûcên li dijî jinan.

Taz Başa wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em bi hêviya serkeftinê û encamnameyên baş in ku bikevin xizmetî gelê Suryan."

Kongre li pêş dezgehên çapemeniyê girtî dewam dike. Tê payîn beşdar rêziknameyê bixwînin, dengê xwe bidin û piştre hevserokatiya Meclisa Yekitiya Jinên Suryan bê hilbijartin.

(fr)

ANHA