Mîhrîcana “Strana niştimanî” li bajarê Tebqayê dest pê kir

Li gel bîranîna salvegera 5`emîn a damezirandina Rêvberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, îro 1`emîn Mîhrîcana “Strana niştimanî”  li ser dika Çand û Huner dest pê kir.

27 cotmeh, 2022   20:04
TEBQA

Şênî, nûnerên Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên Saziyên Sivîl, leşkerî û partiyên siyasî û endamên Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbya li mîhrîcanê bûn.

Li ber stranên nîştimanî, şanoyek hat pêşanda. Tê de hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê, dayîkên şehîdan, şervanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate.

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Murhef El Elî axivî û diyar kir ku mîhrîcana “Strana nîştimanî” cihêrengiya çandên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nasnameya nîştimanî ya komker a hemû pêkhateyan, rave kir.

El Elî piştrast kir ku Rêvberiya Xweser dev ji destekdayina hemû çandan bi taybet çanda nîştimanî berneda, ji ber ku sûriyan li seranserî axa Sûriyê dighîne hev.

Hevserokê Meclisa Rêvber a Tebqayê Mezlum Omer destpêkirina mîhrîcanê li gel nêzîkbûna salvegera 5`an a damezirandina Rêvberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, pîroz kir û goy: Em bi vê boneyê serfiraz û serbilind in.”

Omer destnîşan kir ku di vê rojê de, bi destê çêkerên hêviyê û şehîdan roja azadiyê li bajêr hilhat.

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî El Elaya da zanîn ku bi armanca xurtkirin û ji bo nasnameya nîştimanî û çandî li herêmê şax bide, bi boneya salvegera 5`an a damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajêr, Mîhrîcana 1`emîn a Strana Nîştimanî hat lidarxistin.

Elaya piştrast kir ku rêveberiyê, ji dema rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê ve, civakê di hemû astan de pêş bixe, çand jî beşek jê bû ku gelek sazî û navendên çandî vekirin da ku nasnameya pêkhateyên herêmê diyar bikin.

Elaya di dawiya axaftina xwe de got: “Cihê em lê ne, cihê îşkencekirin û çewisandinê yê komên tundrew e. Îro jî piştî sererastkirinê bûye navenda çandî ya hemû pêkhateyan.”

Di roja yekemîn a mîhrîcanê de, hunermend Nisrîn Botan, Selman Barûd stranên niştimanî bi zimanên kurdî û erebî pêşandan.

Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêvberiya Sivîl a Tebqayê xelat belav kirin.

Hêjayî gotinê ye ku mîhrîcan dê heta sibe 28`ê Cotmehê bi pêşandana stranan ji aliyê hunermendên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bidome.

(dm)

ANHA