Ajansa me navên kuştî û birîndarên hêzên hikumeta Şamê bidest xistin

Ajansa me navê kuştî û birîndarên hêzên hikumeta Şamê bi dest xistin, piştî ku ew rakirin nexweşxaneya şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temir a kantona Hesekê.

Ajansa me navên kuştî û birîndarên hêzên hikumeta Şamê bidest xistin
27 cotmeh, 2022   19:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî gundê Til El Werd ê başûrê navçeya Zirganê topbaran kirin. Di encamê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin û gelek din jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku hêzên Rûsya ji ber dijwariya topbaranê bi zehmetî xwe gihand cihê topbaranê.

Nûçegihanê me navên kuştî û 5 birîndarên hêzên hikumeta Şamê ku li nexweşxaneya şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temir têne dermankirin bi dest xistin.

Li gorî agahiyan, navê endamê hatî kuştin; Basil Mihemed Salih e, navên birîndaran jî wiha ne: Riyad Şelal Hisên, Amir El Ebid, Zahir El Selo, Mihemed Radî El Abir û Ehmed Eyat El Emîl.

Lê agahiyên dîtir der barê rewşa birîndaran nehatin bidestxistin.

ANHA