ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-10-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-10-2022`YAN
27 cotmeh, 2022   23:00

Dayikên Aştiyê yên herêma Efrînê piştgiriya xwe ji berxwedana dîrokî ya gerîlayan re ya li dijî dewleta Tirk a dagirker ku NATO piştgiriya wê dike, anîn ziman. Dayikan bang li hêzên navneteweyî kir ku dev ji polîtîkayên xwe yên qirêj ên li hember Kurdan berdin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakvana hiqûqî ya ji Lubnanê Sewsen Şoman diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gerîla, sûcê şer e û binpêkirineke eşkere ya mirovahiyê ye. Her wiha got gerîla temsîla xeta parastina tevahî gelên Rojhilata Navîn dikin û divê ev gel piştgiriya wan bikin.(BI WÊNE)

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî) bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk li dijî gerîla, wekî deqeke reş li eniya hêzên navneteweyî bi nav kir. Her wiha bang li gelê Kurd kir ku refên xwe bikin yek.(BI WÊNE Û DÎMEN) 

Ebdulezîz El Elî û Ednan Mihemed ê hewl dan di rêya herêmên dagirkirî de derbasî Tirkiyê bibin û ji aliyê çete û MÎTʹê ve hatin revandin û girtin, diyar kir ku du welat ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da û zarokek dîn bû.  El Elî û Mihemed bang li ciwanan kir û neyên lîstokan û li ser xaka xwe bimînin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Beriya çend rojan salvegera 11ʹan a kuştina serokê Lîbyayê yê berê Mûemmer El Qedafî bû. Şoreşa gel a li dijî Qedafî, tavilê veguherî şerê di navbera koman de. Ji wê demê ve ji ber destwerdanên derve, di serî de destwerdana dewleta Tirk, Lîbya dûrî çareserî û aştiyê ye.(BI WÊNE)

Nivîskar Hind El Dawî anî got dibe ku di dema bê de şerê di navbera Rûsya û hêzên rojavayî de gur bibe û veguhere şerekî nukleer. Hind El Dawî got "Ukrayna dê ne qada dawîn a şer be."(BI WÊNE)

ÇAND Û HUNER

Nivîskarên ku beşdarî 6’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bûne, diyar kirin ku pêşangeh roleke mezin û erênî di piştgiriya nivîskaran de lîst ku pirtûkên xwe pêşkêş bikin û şênî teşwîqî xwendina bi zimanê zikmakî û naskirina çand û dîrokê bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA