​​​​​​​Êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk; sûcên dermirovî li gel bêdengiya navneteweyî

Rewşenbîr û çalakvanên jîngehê li ser metirsiya mezin a êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li ser çiyayên Kurdistanê hişyarî dan. Her wiha bal kişandin ser wê yekê ku domandina bêdengiya hêzên navneteweyî ya der barê van sûcan de, dê rê li ber dewleta Tirk a dagirker veke ku sûcên xwe li herêmên din jî bidomîne.  

​​​​​​​Êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk; sûcên dermirovî li gel bêdengiya navneteweyî
26 cotmeh, 2022   06:26
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Di komkujiyeke din de ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan pêk aniye, 17 gerîla di êrişên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn.

Hêzên Parastina Gel (HPG) gelek caran, bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî tonelên şer ên Herêmên Parastinê yên Medyayê, belge kiribû û destnîşan kir ku ji ber bêdengî û desteka navneteweyî ev êriş zêde bûne.

ENCAMÊN TRAJEDÎK LI SER CIVAKAN

Têkildarî xetereya çekên kîmyewî yên qedexekirî, serokê beşa kîmyayê ya Fakulteya Zanyarî û Teknolojiyê ya Zanîngeha Rojava Mawend Xelo wiha got: "Berovajî çekên din, bandorên van gazan ên rasterast û trajedîk li ser civakan hene."

Xelo diyar kir ku taybetmendiya van gazan ew e ku ji hewa girantir in, ev jî dihêle ku bigihêje rûyê erdê, heta jêrzemîn û xendeqan û wiha domand: “Dibe ku nexweşiyên demdirêj çêkin ku hin caran yên bêhna wê dikin dimirin. Ne tenê zirarê bi mirov dikin, lê belê zirarê bi hemû zindiyan dikin. Bandorên wê derbasî nifşên din dibin û seqetiyên zayînê çêdikin.”

Xelo bal kişand ser sedemên qedexekirina van çekan û wiha pê de çû: "Ji tirsa komkujî û diyardeyên ku mirovahiyê ji ber bikaranîna van çekan dîtiye, Protokola Cinêvê ya qedexekirina çekên kîmyewî sala 1925'an hate îmzekirin. Lê bi hewldana ku sînorek ji bo bikaranîna van çekan bê danîn, di pratîkê de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî 29'ê Nîsana 1997'an de hate avakirin."

Protokola 1925'an bikaranîna gazên xeniqandinê, yên jehrî yan gazên din û rêbazên bakterîolojîk ên şer qedexe dike. Ev protokol bi Protokola Cinêvê ya 1925'an tê naskirin.

Xelo di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Hevgirtina civata navneteweyî girîng e da ku sînorek ji binpêkirinên neexlaqî yên dewleta Tirk a dagirker re bê danîn ku hemû zindiyan qir dike.”

KARESATEKE JÎNGEHÎ

Çekên nukleer ku çekên herî xetere ne, ji ber bandora wan a demdirêj, ji bo jîngeh û nifşên bê metirsiyan çêdike. Serokê Komeleya Keziyên Kesk Zîwer Şêxo jî got: "Bandora van çekan li ser hemû zindiyan xetere ye." 

Şêxo tekez kir ku bi awayekî giştî bandoreke neyînî li ser xweza û tenduristiya mirovan dike û wiha lê zêde kir: "Nexweşiya penceşêrê zêde dike.B andorê li jinên ducanî dike û dibe sedema jidayîkbûna zarokên seqet. Her wiha bandorê li rehên mirovan dike û dibe sedema nexweşiyên metirsîdar û heta wan dikuje jî. Dibe sedema şewitandina xwezayê û qetilkirina hemû zindiyan, ji mirovan heya bi ajal û xwezayê."

Şêxo her wiha bal kişand ser bikaranîna çekên nukleer taktîk li çiyayên Kurdistanê bi destê dewleta Tirk a dagirker û wiha domand: "Bikaranîna çekên nukleer taktîk û gazên kîmyewî li dijî xendek û şikeftan, nîşan dide ku ew derbasî qonaxeke nû ya şerê li dijî Kurdistanê bûye."

ERÊKIRINA NATO'YÊ

Şêxo diyar kir ku bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê tekez dike ku ew baş bi van sûc û binpêkirinan dizanin. Şêxo wiha pê de çû: "Beriya demekê hinek saziyên navneteweyî û pisporan daxwaz kirin ku serdana çiyayên Kurdistanê bikin da ku der barê van binpêkirina de lêkolînê bikin. Lê ew li balafirxaneya Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê hatin sekinandin."

Beriya niha jî hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Dihokê nehiştibû ku Komîteya Ewropî biçe gundê Hiror ê navçeya Kanî Masî da ku der barê bikaranîna çekên kîmyewî de ji aliyê dewleta Tirk ve li Başûrê Kurdistanê, lêkolînan bike.

Şêxo wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk ev çek ji NATO'yê ku Ewropa û Amerîka jî di nav de ne, wergirtiye. Ev jî tekez dike ku ew li dijî Kurdistanê û Tevgera Azadiya Kurdistanê bi erêkirina NATO'yê çekên qedexekirî bi kar tîne û qirkirina çandî, fîzîkî û ekolojî pêk tîne.”

Şêxo diyar kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî, erêkirina wê ya li ser qirkirina Kurdan, talankirina xwezaya Kurdistanê, guhertina demografiya wê û koçberkirina gelê wê nîşan dide. Her wiha bang li saziyên ekolojiyê kir ku bêdengiya xwe ya der barê sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê de derkevin û erka xwe pêk bînin.

QIRKIRINA ZINDIYAN LI KURDISTANÊ

Rewşenbîr Kurdiyar Dirêî jî diyar kir ku ji destpêka avakirina komara Tirk, çekên qedexekirî li dijî şoreş û serhildanên Kurdan bi kar tîne û ev li gotinên xwe zêde kir: "Mînaka wê jî komkujiya Geliyê Zîlan e ku dewleta Tirk tê de hewl da hemû zindiyan qir bike. Her wiha komkujiya Dêrsimê ku di encama wê de 80 hezar kes bûn qurbanî. Heman tişt ji bo Serhildana Agiriyê jî kir."

Dirêî wiha lê zêde kir: "Bi destpêka têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê re, dewleta Tirk a dagirker hemû rêbazên şer bi kar anîn da ku têkoşîna wê bi dawî bike û di encamê de Kurdan qir bike. Li ser vê bingehê jî şerê xwe li tevahî Kurdistanê berfireh kir. Bêguman ev hemû jî bi piştgiriya NATO'yê pêk tê. Dewleta Tirk ji bo qirkirina Kurdan bûye çeteyek di destê van dewletan de."

Dirêî her wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker beriya çend salan li çiyayên Kurdistanê, li Botanê jî çekên kîmyewî bi kar anîn û di encamê de bi dehan gerîla şehîd bûn. Di şerê xwe yê vê dawiyê de yê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî, careke din ev çek bi kar anîn."

BERXWEDANA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Dirêî wiha qala berxwedana gerîla ya li dijî êrişên qirkirinê da: "Di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de, gerîlayên azadiyê destanên lehengiyê dinivîsin û derbeyên xurt li dewleta Tirk a dagirker didin. Dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yê vê dawiyê de nekarî bi pêş bikeve, ji bo wê çekên kîmyewî bi kar anîn. Ev jî bi rêya gelek belgeyên ku gerîla belge kirine û bi rêya pisporan hatine îsbatkirin." 

Kurdiyar Dirêî bêdengiya navneteweyî ya li hember binpêkirinên li çiyayê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: "Vê dema dawî dewleta Tirk a dagirker bikaranîna çekên nukleerî yên taktîk li dijî çiyayên Kurdistanê dest pê kiriye, eger bêdengiya navneteweyî bidome, dê van çekan li hinek herêmên din jî bi kar bîne."

(hs)

ANHA