Serokê partiyeke misirî: Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla sûcek e

Serokê Partiya Ciwanan a Misirê diyar kir ku bikaranîna çekên qedexekirî li dijî gerîla sûcek e û qanûnên navneteweyî binpê dike. Her wiha banga darizandina Erdogan û wezîrê parastinê yê Tirkiyê kir.

Serokê partiyeke misirî: Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla sûcek e
26 cotmeh, 2022   05:55
QAHÎRE – MUHSIN EL MESRÎ

Bertekên siyasetmedar, akademîsyen û rewşenbîrên Ereb li hemberî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gerîla zêde dibin.

HPGʹê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker rojane bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar tîne û da zanîn ku dewleta Tirk 32 caran qadên berxwedanê bi bomeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bombe kirine.

Ji welatên cuda 70 kesayetên siyasî, akademîsyen, rewşenbîr û rojnamevanan bang li raya giştî ya cîhanê û hêzên demokrat kir ku tavilê piştgiriyê bidin berxwedana gerîla û destekê bidin bangên rawestandina êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker.

Serokê Partiya Ciwanan a Misirê Seyid El Adilî jî êrişên kîmyewî yên artêşa Tirk ên li ser gerîla şermezar kirin û got ev êriş sûc û binpêkirineke qanûn û pîvanên navneteweyî ye.

El Adilî ji ajansa me re axivî. El Adilî got: "Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar berpirsê vê karaseta mirovî ye, ji ber ku wî li ser daxwaza Recep Tayyîp Erdogan fermana bikaranîna çekên ku di asta navneteweyî de hatine qedexekirin, da."

El Adilî her wiha bêdengiya li hemberî siyaset û sûcên domdar ên dewleta Tirk şermezar kir û got: "Piştî hat piştrastkirin ku artêşa Erdogan çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi kar anîn ku di encamê de gelek gerîla şehîd bûn, divê lêpirsîneke navneteweyî li ser vê yekê were destpêkirin."

Serokê Partiya Ciwanan a Misirê Seyid El Adilî di dawiyê de got: “Dewleta Tirk ne tenê ji bo Kurdan, ji bo ewlehî û îstiqrara herêma Ereban jî xetere ye.”

ANHA