Seroka Konseya Navendî ya TTB`ê hat binçavkirin

Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk Şebnem Korûr Fîncanci, ku gotibû divê êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bên lêkolînkirin, li Enqereyê hate binçavkirin.

Seroka Konseya Navendî ya TTB`ê hat binçavkirin
26 cotmeh, 2022   06:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) li ser Twitterê daxuyaniyek da û got, "Seroka TTB'ê û Endama Desteya Rêveberiyê ya Weqfa me Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci bi rengekî ku nayê qebûlkirin hate binçavkirin. Divê tavilê bê berdan."