Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê bi endamên Senatoya Îspanyayê re civiya

Endamên Senatoya Îspanyayê spasiya gelê Kurd kir ji ber fedakariyên ku di têkoşîna li hemberî DAIS`ê de kirine. Her wiha destnîşan kirin ku divê hêzên navneteweyî berpirsyariyên xwe bînin cih û teqezî bi pêwîstiya tevlêkirina hemû pêkhateyên gelê Sûriyê di çareseriya siyasî de kir.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê bi endamên Senatoya Îspanyayê re civiya
26 cotmeh, 2022   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Ewropayê Ebdulkerîm Omer duh bi 8 endamên Senatoya Îspanya û 7 nûnerên partiyên îspanî re, li avahiya Senato ya li Madrîdê civiya ku di nav de; Lurka Urib Etxebarria, Nerea Ahedo, Laura Castel,  Assumpció Castellví, Carles Mulet, Vicenç Vidal, Koldo Martinez û Adelina Escandell hebûn.

Di hevdîtinê de Omer, endamên kongresê bi geşedanên dawîn ên li Sûriyê, rewşa dawî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tecrubeya Rêveberiya Xweser ku ji gelek pêkhateyên herêmê re wek projeyeke demokratîk ava bûye û dikare ji Sûriyê bi giştî re bibe modela çareseriyê û bibe bingeha avakirina Sûriyaya nû ya demokratîk, pirrengî û nenavendî û rola ku jinan di rêveberiyê de dilîzin, agahdar kirin.

Ebdulkerîm Omer têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: “Me di hevdîtinê de, îşaret bi rola Kurdan û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji bo tunekirina DAIŞ`ê kir. Me astengiyên siyasî, aborî û ewlehiyê ku Rêveberiya Xweser tê re derbas dibin, şîrove kirin. Bi taybet gefên dewleta Tirk a dagirker û êrişa wê ya domdar. Me wan bi hedefgirtina herêmê bi rêya tankan, hedegirtina sivîlan û rêveberên QSD`ê û rayedarên Rêveberiya Xweser bi rêya balafirên bêmirov, agahdar kirin.”

Omer destnîşan kir ku wan sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên dagirkirî û projeyên wê yên nijadperest ku bi navê çareserkirina dosyaya penaberan, demografiya herêmê diguhere, şîrove kir.

Li gorî Omer, endamên kongresê, piştgiriya xwe ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî biryarên navneteweyî û pêwîstiya tevlêkirina hemû pêkhateyên Sûriyê di çarseriya siyasî de, rave kir.

Piştre endamên kongresê spasiya gelê Kurd kir, ji ber ku di oxira tunekirina DAIŞ`ê de li şûna cîhanê fedakariyên mezin kirine. Her wiha teqezî bi pêwîstiya pêkanîna hêzên navneteweyî berpirsyariyên xwe kir.

ANHA