Pêkhateyên Dêrik û Til Hemîsê bertek nîşanî êrişên kîmyewî da

Şêniyên herêma Dêrikê û navçeya Til Hemîs ên girêdayî kantona Qamişlo li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bêdengiya navneteweyî ya li hember wan, xwepêşandan kirin.

24 cotmeh, 2022   12:45
 QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Dêrikê, herêmên Berav û Koçerat berê xwe dan Qada Azadî û li dijî êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk li djiî gerîla pêk tîne û bêdengiya navneteweyî li hember wan êrişan xwepêşdan kirin.

Pêkhateyên Dêrikê û partiyên siyasî yên ji Qada Azadî dest bi xwepêşandanê kirin, wêneyên 17 gerîlayên vê dawiyê bi çekên kîmyewî şehîd bûne û al û sembolên kurdî rakirin.

Her wiha pankertên bi nivîsên “bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve sûcê derveyî mirovahiyê ye” rakirin û dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla berz kirin.

Xwepêşandêr di kolanên Dêrikê re geriyan û li sûka navendî xwepêşandan veguherî mitîngê. Ji bo xwepêşanê, hemû dikan hatin girtin.

Li pêş Buroya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li sûka navendî, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Hogir Elî axivî û got: “Zêdekirina êrişên li dijî Herêmên Parastinê ên Medyayê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve û bikaranîna çekên kîmyewî nîşan dide ku ew li hember berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê têk çûye.”

Hogir Elî wiha dewam kir: “PDK û ENKS heta niha têkildarî kîmyesala li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek jî nedane, ew bi dirûşmeyan bazirganiyê bi doza kurdî dikin, da ku xizmeta dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê bikin. Xiyaneta PDK`ê û ENKS`ê û dijberiya wan ji doza kurdî re êdî ji her kesî ve xuya ye.”

Hogir Elî her wiha tekez kir ku ew piştevaniya gerîla dikin.

Endamê PYD`ê şaxê Dêrikê Mûtîi Elî jî wiha got: “Hemû çekên kîmyewî û qedexekirî dê li hember îradeya gerîla ya ji pola bi kêrî dewleta Tirk a dagirker neyên. Dewleta Tirk a faşîst gelek caran hewl da, lê belê li hember destanên lehengiyê yên gerîlayan bi bin ket.”

Çalakî bi dirûşemyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

TIL HEMÎS

Li navçeya Til Hemîsê jî bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li çerxerêya başûrê navçeyê kom bûn û wêneyên şehîdan û yên rêber Abdullah Ocalan rakirin.

Xwepêşandêr li kolanên navçeyê geriyan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê berz kirin.

Piştî ku xwepêşandêr gihîştin qada Çandiniyê ya li bakurê navçeyê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Ebawî hemû şehîdên azadiyê û bi taybet şehîdên vê dawiyê bi çekên kîmyewî şehîd bûne, bi bîr anîn.

El Ebawî got, dagirkeriya Tirk dema ku di planên xwe yên mêtîngeriyê yên li ser herêmên me û di şerê li dijî gerîla de bi bin ket, serî li çekên kîmyewî yên qedexekirî da û li dijî hevalên me yên li çiyê bi kar anîn.”

Endama Kongra Star li navçeya Til Hemîsê Ezarî El Feyhan jî wiha axivî: “Erdogan bi êrîşên xwe yên bi çekên kîmyewî şervanên me şehîd dixe, ev şervan zarokên me ne. Em tev li kêleka wan in.”

Ezarî di axaftina xwe de êrîşên kîmyayî yên dewleta Tirk a dagirker şeremzar kirin.

Endamê rêveberiya PYD`ê ya navçeya Til Hemîsê Heyal El Xiwêr jî bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina gelên herêmê û got: “Ji destpêka dîrokê de heta niha sultanên Osmaniyan qirkirina gelên azad berdewam kirine.”

Her wiha amaje bi êrîşên dawîn yên dewleta Tirk a dagirker kir û got, "Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne. Berê jî li Efrînê bi kar anîn.”

Çalakî bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

 ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xHmWsOTHeyg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>