Partiyên siyasî yên Efrînê: Bi gelê Sûriyê re diyalogê bikin

Koordînasyona Partiyên Siyasî yên Herêma Efrînê bang li hikumeta Şamê kir ku rêyên diyalogê veke da ku çareseriyekê ji krîza Sûriyê re bibînin û diyar kir ku divê hikumeta Şamê nekeve nav planên dewleta Tirk ên li dijî Sûriyê.

Partiyên siyasî yên Efrînê: Bi gelê Sûriyê re diyalogê bikin
24 cotmeh, 2022   12:49
ŞEHBA

Îro nûnerên partiyên siyasî yên Efrînê û endamên yekitî û saziyên sivîl li parka navçeya El Ehdas a kantona Şehbayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê kirin ku li dijî îradeya gelê Sûriyê bi dewleta Tirk a dagirker re li hev neke.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Efrînê Welîd Dinklî daxuyanî xwend.  Daxuyanî wiha ye:

"Êdî destwerdana dewleta Tirk di nav kar û barên dewleta Sûriyê de ji her kesî re eşkere ye. Ew jî bi rêya piştgirîkirina komên terorîst, di serî de rêxistina DAIŞ û Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) yên terorîst û komên radîkal ên di bin navê "Artêşa Nîştimanî" ye. Ev yek jî bi raporên navneteweyî yên salên borî yên krîza Sûriyê, hatine belgekirin. Vê jî ji bo pêkanîna timakariyên xwe û berfirehkirina desthilata xwe li ser hesabê pêkhateyên herêmê, bi taybetî Kurdan, dike.

Em bêdengiya dewleta Sûriyê û hin aliyên erebî û navneteweyî yên der barê van destwerdanan de şermezar dikin. Ji ber ku ew bû sedema êş û azarên gelê herêmê û Sûriya dewlet anî qonaxekê bêyî ku were texmînkirin ka wê çarenûsa wê çawa be.

Gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe berxwedaneke bêhempa nîşan dan û bersiva hemû planan da. Di berdêla vê de jî bi hezaran şehîd û birîndar dan. Ji bo tunekirina terorê bi qehremanî li ber xwe da û hemû pilan pûç kir û derewên wan eşkere kir.

Hemwextî mijûlbûna navneteweyî bi şerê Ukraynayê re, dewleta Tirk vê dawiyê hewl dide Cebhet El Nusra ya ku wek terorîst tê binavkirin, serwer bike. Ew jî bi kontrolkirina deverên li bakurê Sûriyê û di nav de Efrînê. Dewleta Tirk careke din hewl dide rejîma birçiya desthilatdariyê bikişîne. Bi rêya daxuyaniyên fermî hewl dide li ser hesabê bi sed hezaran şehîd û birîndaran, nêzîkbûnekê bi rejîma Sûriyê re çêke. Aktîfkirina rêya lihevhatinê, girtina rûpela opozîsyona Sûriyê, têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û vegerandina krîza Sûriyê ji bo çargoşeya yekem. Mijûlbûna hêzên navneteweyî bi qeyranên cîhanê û girîngîpênedana aloziya Sûriyê bi kar tîne. Ji bo bidawîkirina aloziya herêmê jî divê formulek hevbeş were dîtin.

Em weke Koordînasyona Partiyên Siyasî li Efrînê bang li dewleta Sûriyê dikin nekevin nava komployên dewleta Tirk a ku li berjewendiyên xwe digere û bi darê zorê ajandayên xwe ferz dike. Her wiha pêwîst e bang lê bike ku ji hemû herêmên Sûriyê derkeve. Divê hikumeta Sûriyê rêyên diyalogê yên rasterast bi hemû sûriyan re veke da ku bigihêjin çareseriyên siyasî yên ku dawî li aloziya heyî bînin.

Em bang li welatparêzên birûmet ên li herêmên dagirkirî yên Sûriyê dikin ku zimanê aqil ji timakariyên dewleta Tirk dûr bixin. Ji ber ku ew di berjewendiya xwe de dibîne ku hemû şoreşgerên birûmet bi dawî bike û wan bi şerên koman yên di navbera wan de ji holê rake.

Em bang li civata navneteweyî dikin ku bi dewletên ku bandorê li biryara dewleta Tirk dikin, hewl bidin bang li hikumeta wê bike da ku destwerdana di kar û barên dewletên cîran de rawestîne. Her wiha bi civata navneteweyî re kar bike ji bo dîtina çareseriyên siyasî yên ku dawî li aloziya Sûriyê bîne. Di heman demê de dabînkirina vegera hemû penaberên Sûriyê ji bo malên wan, bi mîsogeriya navneteweyî û destpêkirina xêzkirina nexşerêyekê ji bo avakirina Sûriyeke yekgirtî.”

(hs)

ANHA