Şandeyê DYA’yê bi PYNK`ê re hevdîtin kir

Şandeyê DYA’yê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Grainger serdana avahiya PYD`ê ya li Qamişloyê kir û bi nûnerên PYNK`ê re hevdîtin kir.

Şandeyê DYA’yê bi PYNK`ê re hevdîtin kir
24 cotmeh, 2022   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Nicholas Grainger ji aliyê endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, berdevka PYD`ê Sema Begdaş, sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo, sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî (PDKS) Cemal Şêx Baqî, sekreterê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê Mihemed Mûsa û sekreterê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Partî) Nesiredîn Îbrahîm ve hat pêşwazîkirin.

Hevdîtin li ber dezgehên çapemeniyê girt bû û nêzî 2 saetan dewam kir.

Çakvaniyekî ku beşdarî civînê bûye, ji ANHA’yê re diyar kir ku bi giştî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rewşa kantona Efrînê ya dagirkirî hatiye nîqaşkirin.

ANHA