​​​​​​​ROJAVE NAVENDA NÛÇEYAN A 23-10-2022`YAN

​​​​​​​ROJAVE NAVENDA NÛÇEYAN A 23-10-2022`YAN
22 cotmeh, 2022   23:00

Şêniyên Qamişlo li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û êrişên bi çekên kîmyawî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê xwepêşandan li dar dixin saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ku bi çekên kîmyawî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û ji bo piştgiriya berxwedana gerîla, çalakiya konvedanê li rojavayê Kobanê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Hesekê li pêşiya navenda Koalîsyona Navneteweyî ya li ser rêya Dirbêsiyê bi dirûşma “Heta hêzên Koalîsyona Navneteweyî nebin şirkîa kuştina ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne”, çalakiyeke protestoyî li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Tirbespiyê ji bo şermezarkirina êrişên bi çekên kîmyawî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla xwepêşandan li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koordînasyona Jinan bi koordîneya Meclisa Rêveber a Tebqayê panelek li hola nexweşxaneywa watanî têkildarî xetereyên narkotîkê û zirarên wê li ser civakê saet di 13:00`an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

6`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li hola Zana ya Qamişlo bildarxistina panelekê bi navnîşan Saziya çandî û rola wê di civakê de saet di 18:00`an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)  

Berpirsyara dîplomasiyê ya KJAR`ê Rozerîn Kemanger anî ziman ku serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji şoreşa Rojava îlham girtiye û da zanîn ku armanca çalakvanan bi dirûşma `Jin Jiyan Azadî` azadiya rasteqîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayikên gerîla û şêniyên Qamişloyê li hember êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla, hêrsa xwe anîn ziman û got: “Bila dagirkeriya Tirk nefikire ku dê Kurd xilas bibin. Şervanekî me şehîd bibe em ê bi sedan li şûna wî bidin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Şedadê hedefgirtina kesayetên welatparêz û karkerên saziyên ‎Rêveberiya Xweser ji hêla şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ve, şermezar kir ‎û bang li gelê herêmê kir ku bi hêzên ewlekariyê re hevkar bin û li ser ‎kesên gumanbar agahiyê bidin.‎‏ (BI WÊNE Û DÎMEN)  ‏

Cîgirê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku qada dagirkeriya xwe berfireh bike û got "Hêzên me li dijî êrişên dagirkeriyê mertal in." (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

Dewleta Tirk a dagirker a li hemberî berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê derbên giran dixwe û bê çare maye û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne. Ev êriş tevî desteka hêzên PDK’ê û bêdengiya civata navneteweyî tên kirin. (BI WÊNE)

ÇAND Û HUNER

Di gel şert û mercên dijwar de, 6ʹemîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol dest pê kir ku îsal diyarî giyanê helbestvan Cegerxwîn hate kirin. Endamê Komîteya Amadekar Ebdullah Şêxo anî ziman ku pêşangeh ji bo herêmê pêngaveke çandî ya mezin e û piştgiriya tevgera çandî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û di navbera herêmê û cîhanê de navgîneke çandî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li Efrînê di hefteya borî de berdewam kir. Li gorî raporan destê Tirkiyê di vê yekê de heye ku dixwaze zemînê ji danûstandina bi Şamê re, amade bike. Li aliyekî din piştî erkdarkirina serokkomar û serokê hikumetê, aloziya iraqiyan veguherî pêvajoya dengdaniyê li ser kabîneyê. Lê pirspor pêşbîn nakin ku hikumet xwe bispêre rêgeza kotayê. (BI WÊNE)  

Lubnan û Îsraîlê nexşekirina sînorên deryayî qebûl kir û Hizbullahê ev lihevkirin erê kir. Gelo Hizbullah û Îranê çima ev lihevkirinê qebûl kir? Gelo dê bibe sedema nexşekirina sînorên bejahî di navbera her du aliyan de? (BI WÊNE)

ANHA