Balafirên keşfê yên nenas li ser Mexmûrê digerin

Balafirên keşfê yên nenas ji êvarê ve li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê digerin.

Balafirên keşfê yên nenas li ser Mexmûrê digerin
23 cotmeh, 2022   06:09
NAVENDA NUÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, ji êvarê ve liv û tevgereke zêde ya balafirên keşfê yên nenas li ser Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) heye.

Balafir tenê li ser esmanê wargehê digerin, nayê zanîn balafir girêdayî kîjan welatî ye.