​​​​​​​Konferansa 9`an a Kongra Star a herêma Firatê bi dawî bû

Bi dirûşma “Bi giyanê Jiyan û Zeyneban em ê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin û biserkevin”, Kongra Star a Herêma Firatê konferansa xwe ya 9`an bi dawî kir ku li hola Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê li dar xistiye.

​​​​​​​Konferansa 9`an a Kongra Star a herêma Firatê bi dawî bû
22 cotmeh, 2022   19:39
KOBANÊ

Kongra Star a Herêma Firatê Konferansa 9`an piştî derbasbûna 10 saetan bi dawî kir.

Di konferansê de, hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û bi sedan endamên Kongra Star li ser asta herêma Firatê, nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên rêveber ên saziyên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê hazir bûn.

Di hola konferansê de, wêneyên şehîdên Kongra Star, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Tevgera Ciwanên Şoreşger ku di êrişên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker de di du salên dawîn de şehîd bûbûn hatin daliqandin.

/ar/uploads/files/2022/10/22/185318_mutmr-star-ynhy-kwnfransh-altasa-fy-iqlym-alfrat-28629.webp

Di destpêka konferansê de Îlham Ehmed axivî û behsa bandora hêza birêxistinbûyîna jinan li ser hemû saziyên Rêveberiya Xweser kir û got: “Pir xweş e ku jin ji bo rizgarkirina jinên din kar bike. Ev berpirsyariyeke dîrokî ye. Kî xwedî vê berpirsyariyê derdikeve divê bi awayekî çalaktir, kar bikin bi taybet di vê pêvajoya dîrokî de.”

Îlham Ehmed îşaret bi hovîtiya êrişên li dijî jinan li Kurdistanê kir bi taybet şerê leşkerî ya li dijî vîna jinan li çiyayên Kurdistanê û Rojava, girtina jinên ku ji bo nûnertiya vîna gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê hatine hilbijartin û got: “Li rex wê, bûyerên xwekuştinê, kuştina jinan û tundiya li ser wê tê kirin, li gelek herêman mîna Kobanê û herêma Efrînê. Ev yek destnîşan dike ku rêxistinbûyîna jinan li wan herêman lawaz e ku divê kêmasî werin derbaskirin û kar û xebat bi awayekî çalaktir bê kirin da ku jin werin perwerdekirin.”

Piştî bidawîbûna axaftina Îlham Ehmed, endama Yekitiya Ragihandina Azad Berçem Mehmûd perspektîfên rêber Abdullah Ocalan têkildarî jinan xwendin.

Piştre, raporên rêxistinî yên navendên Kongra Star a herêma Firatê, hatin xwendin û karê du salan hatin nirxandin.

Di dawiya konferansê de, Mizgîn Xelîl, Luceyn Salim, Zozan Bekir, Macîde Hesûn, Foziye Ebdî ji bo endamtiya Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê hatin hilbijartin.

ANHA