Şaredariya Minbicê gelek rê û kanalîzasyon sererast kirin

Şaredariya Gel a Minbicê gelek proeyên xizmetguzarî bi dawî kirin û di pêkanîna planên xwe yên 2022’yan de yên sererastkirina rê û kanalîzasyonan dewam dike.

Şaredariya Minbicê gelek rê û kanalîzasyon sererast kirin
21 cotmeh, 2022   09:25
MINBIC-ŞÊRÎN SERXAN

Bi kedên berdewam Şaredariya Gel a Minbicê gelek projeyên xizmetguzarî li herêmê pêk anîn.

Serokê Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Gel a Minbicê Xezwan Şaban destnîşan kir ku gelek projeyên şaredariyê yên îsal di pêkanînê de ne û hinek jî bi dawî bûn.

Werşeyên şaredariyê rêyên Cizîrê, rêya Meheleq a bakurê Minbicê, projeya kolana nexweşxaneya taybet sererast kirin. Ji wê zêdetir jî şaredariyê projeya nafore li qada giştî ya Minbicê bi dawî kir.

Li gorî Şaban, dê şaredarî gelek projeyên din pêk bîne û lêkolîna li ser wan tên kirin û dê di rojên bê de bên destpêkirin. Ev proje; sererastkirina torên kanalîzasyonên li aliyê rojhilatê çerxerêya Herem, sererstkirina torên kanalîzasyonên li taxa Cîlawî, rêyên Cerablus û Taxa 4 Kîlo Metre.

Daîreya pîşeyî ya Şaredariya Gel a Minbicê da zanîn ku wan gelek projeyên sererastkirina rêyan li Minbicê pêk anîn; ji wan kolana 32’yan a li aliyê rojava, kolana Cemarik, kolana Nexweşxaneya Hîlala Nû, kolana 22’yan a li aliyê başûrê goristana Şêx Eqîl û kolana kerem Huzeyfawî ya li Serb.

Daîreyê diyar kir ku gelek proje li aliyê başûrê Nexweşxaneya Hikme di pêkanînê de ne, dê rê û torên kanalîzasyonan sererast bikin, li kêlek wê jî kolana Wadî, rêya Coret Erîs qîr bikin.

(fr)

ANHA