Di plana Lubnanê ya vegerandina penaberên sûrî de nezelalî heye

Guman li ser pêkanîna daxuyaniya serokê Lubnanê Mîşêl Ewn a têkildarî proseya vegerandina penaberên sûrî bo welatê wan ku dewleta Tirk qadeke berfireh jê dagir kiriye, heye. Di heman demê de komên çekdar li deverên di bin kontrola hikumeta Şamê de belav bûne û pêdiviyên jiyanî di warê aborî û ewlehiyê de hema hema lê tune ne.

Di plana Lubnanê ya vegerandina penaberên sûrî de nezelalî heye
21 cotmeh, 2022   07:24
BEYRÛT – ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Hikumeta Lubnanê gazinan dike ku rewşa penaberên sûrî yên li Lubnanê nema tê tehemûlkirin. Her wiha dewlet nema dikare lêçûnên parastina ewlehiyê li kampên penaberan û deverên ku lê belav bûne, hilgire. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî dibêje ji sala 2015'an ve wan 9 milyar dolar alîkarî ji bo kêmkirina krîza penaberan pêşkêşî Lubnanê kiriye. Lê belê, qeyranên li dû hev ên Lubnanê, beşeke mezin a lubnaniyan xist jêrî asta xizaniyê, bi vê yekê re jî hêrsa li ser hebûna penaberên sûrî zêde bû.

Di Tîrmeha borî de, wezîrê koçberan ê Lubnanê Îsam Şerefedîn planek ragihand ku ew ê mehane bi qasî 15 hezar penaberên sûrî vegerînin malên wan. Her wiha li gorî îdiaya wî; "Sûriye heya asteke mezin ewle bûye."

Hikumeta demkî ya Lubnanê navên penaberên sûrî yên ku dê piştî 20'ê vê mehê ji welatê wan derkevin û derbasî Sûriyê bibin, diyar kirin. Wezîr Şerefedîn got hejmara malbatên ku navên xwe tomar kirine gihaştiye 920’an ji herêmên cuda yên welat û wan "bi dilxwazî ev yek kiriye." Wezîr got di nav çend hefteyên bê de proseya amadekirina lîsteyên navên kesên ku dixwazin vegerin Sûriyê dê bi dawî bibe.

VEGERA BI DILXWAZÎ YAN MECBÛRÎ?

Hikumeta Lubnanê îdia kir ku vegera penaberan bi dilxwazî ye. Rêveberê Tora Rêxistinên Geşkirinê ya Erebî ya ne hikumî Ziyad Ebdusemed vê yekê piştrast dike. Ev jî tê wê wateyê ku kî nexwaze vegere, hikumet li ser wî ferz nake û wî mecbûrî vegerê nake. Ebdusemed têkildarî mijarê wiha ji ajansa me re axivî: "Di pratîkê de, nerînên ku divê li ber çavan bên girtin hene. Ya yekem, gava ku navê koçber, ne penaber li wan tê kirin, ev tê wê wateyê ku parastina navneteweyî ji ser wan tê rakirin. Ji ber ku yasayên navneteweyî yên ku li ser penaberan tên bicihanîn, ji wan re asta herî kêm a parastina qanûnî û navneteweyî peyda dike. Lê dema ku wek koçber tên dîtin, ev tê wê wateyê ku nabe yasayên navneteweyî li ser wan bên pêkanîn. Anku îqameya (mafê niştecihbûnê) wan nîn e û hebûna wan li wir ne qanûnî ye, ji ber vê yekê ew dê bi şopandinê re rû bi rû bimînin. Eger îqameya wan a rewa nîn be, ew ê di karên neqanûnî de bixebitin. Mafê wan wek kedkar nîn e, her wiha gelek pirsgirêk û encamên vê rastiyê hene. Ji ber vê yekê, rastiya jiyana li welatekî ku di nav qeyranan de ye, pir dijwar dibe, ji ber vê yekê krîz çêdibe û veger di şekil de dilxwazî ye, lê di rastiyê de vegera mecbûrî ye."

VEGERA BER BI KU VE?

Li gorî plana ku ji aliyê hikumeta Lubnanê ve hatiye danîn, berê penaberên Sûriyê li ku ye? Ebdusemed got plan ne zelal e, lê wek rêgez divê her sûriyek vegere devera ku jê derketiye.

Li ser pirsa “kî dê garantiya vegereke ewle bide?” Ebdusemed got: “Hinek dever hene ji aliyê wan ve hatine kontrolkirin, ji ber hebûna milîsên ku di dema şer de derketine ku ne girêdayî hikumetê ne. Hinek herêm di bin kontrola Rûsan û hin herêm jî di bin kontrola milîsên îranî, pakistanî û efgan de ne. Her wiha hebûna milîsên ser bi Hizbullaha Lubnanê ve jî, di encamê de tu kontroleke tam tune ye û kesî nikarîbû bizane ka ev plan çawa dikare were cîbicîkirin!”

ROLA RÛSYAYÊ DI PLANA VEGERÊ DE

Der barê rola Rûsyayê de Ziyad Ebdusemed wiha got: "Ew ê veguhertinek çêbibe, ji ber ku Rûsyayê roleke girîng di çareserkirina aloziya Sûriyê de dilîst, an jî bi kêmanî roleke navbeynkar di navbera aliyan de dilîze. Lê ev rol bi pîrozkirina Amerîkayê bû û Rûsyayê garantî dabû wê. Wek mînak garantiya avakirina herêmeke bêçek ku tê de milîsên Îranî û "Hizbullah" li başûrê Sûriyê li ser sînorên Îsraîlê tune be, da. Li ser hebûna Îranê, "Hizbullah" û desthilatê, di navbera Rûsya û Washingtonê de lihevhatinên din jî hene. Rûsan her wiha ji nava artêşê alternatîfa li şûna Beşar Esed û hin efserên ku deyndarê rûsan bûn, amade dikirin.”

Ebdusemed wiha lê zêde kir: "Roleke mezin a Rûsyayê heye ku dikare bilîze. Ev rol jî bi teqez bi erêkirina Îsraîl û Amerîkayê ye. Lê piştî şerê Ukraynayê nayê zanîn  gelo Rûsya dikare vê rolê temam bike? an gelo Rûsya dikare bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re lihevhatinan bike. Ji ber vê yekê, ez difikirim ku dosyaya dan û standinan û rola Rûsyayê ya li ser mijara penaberan û mijara çareseriyê bi giştî, nizanim heta kengî dê bikaribin bilîzin. Însiyatîfa ku Pûtîn 5 sal berê pêk anîbû û tê de soza vegerandina penaberan dabû, înisiyatîfek ne realîst bû. Ji ber ku ji aliyê lojîstîkî ve ti şertên serkeftina wê ne peydakirî bûn. Ew însiyatîf tenê ji bo komkirina pereyan ji Ewropiyan bû, wî her digot em pirsgirêka penaber û koçberên li Lubnan û derdora wê bi vegerandina wan bo Sûriyê çareser dikin. Bi vî awayî metirsiya koçberbûna wan ber bi Ewropayê ve kêm dikir, lê wê demê Angela Merkel di vê dosyayê de bi Pûtîn re ne pozîtîf û sekinî, ji ber ku rewş û têkiliyên Rûsya Amerîkayê bi Îsraîlê re gelek aloz in."

HELWESTA RÊXISTINÊN HIQÛQÎ

Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî red dikin ku rewşa Sûriyê ji bo vegera penaberan bi ewle be û li ser vê yekê tekez dikin ku "Şert û mercên vegereke ewle, dilxwazî û bi rûmet hîn jî dûr in." Rêxistina Efûyê ya NYʹyê û Human Rights Watch hişyarî dan ku şert û mercên Sûriyê rê nadin vegereke berfireh a penaberan û hişyarî li ser vegera wan a bi zorê jî dan.

Wan rêxistinan diyar kirin ku metirsî li ser kesên vedigerin hene, heta yên ku bi dilxwazî vedigerin, wek girtin û binçavkirina keyfî, windakirina bi zorê, revandin, îşkencekirin, tundiya zayendî û îdamkirinên derveyî qanûnê. Wan rêxistinan wiha got: "Rayedarên Sûriyê kesên ku vedigerin dike hedef, ji ber ku ew ji welat reviyane. Pir caran wan bi xiyanetê û piştgirîkirina terorê tometbar dike. Jinên ku vedigerin jî rastî heman asta metirsiyê ya li hember mêran tên."

Ebdusemed wiha pê de çû: "Em qanûna navneteweyî û qanûna mirovî ya navneteweyî pêk tînin, heya ku şert û mercên serkeftinê yan jî mafên mirovan peyda nebin, veger nabe.

Li gorî raporên rêxistinên navneteweyî û rêxistinên herêmî, gelek ji wan kesên ku vegeriyane Sûriyê rastî zexta hikumeta Sûriyê tên, ji ber ku ew opozîsyon in, an bi awayekî neqanûnî derketine, yan jî ji bo leşkerkirina bi darê zorê tên xwestin."

Ziyad Ebdusemed îşaret pê kir ku guhertineke demografîk heye, hinek dever hene ku rastiya demografiya wan hatiye guherandin û got: "Ji ber wê jî heta ku lihevkirineke siyasî ya mezin çênebe, ew ê nekarin vegerin cihê xwe. Ji ber vê yekê em weke helwesta civaka sivîl a Lubnanê bi giştî, dibînin ku çareseriya krîzê nikare li ser hesabê mafên mirovan be. Lê belê, divê berî her tiştî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê însiyatîfek siyasî hebe. Her wiha pabendiyên hikumeta Şamê ku ew dikarin vegerin cih û warên xwe û îmkanên jiyanê hebin. Li vir civata navneteweyî, bi taybetî Ewropiyên ku alîkariyan pêşkêşî sûriyan dikin, pabendî sozên xwe nebûn, wek mînak di Konferansa Brukselê de soza 6 milyar dolar dan, tenê ji sedî 40'ê wê dan."

Rêveberê Tora Rêxistinên Geşkirinê ya Erebî ya ne hikumî Ziyad Ebdusemed herî dawî wiha got: "Civata navneteweyî hewl neda ku bi awayekî dadperwerane roleke siyasî ya bibandor di krîza Sûriyê de bilîze. Yekane çareserî ji bo penaberan çareserkirina rewşa Sûriyê ye. Ji ber vê yekê em dibînin ku roleke siyasî ya girîng heye ku dikare were lîstin. Çareseriya mijara penaberan ne li Lubnanê ye, lê belê bi awayekî pratîk li Sûriyê ye. Ji niha û heta wê demê, divê pêdiviyên jiyana birûmet ji van kesan re bên dabînkirin. Em dizanin ku penaberên li kampan, zarok û jin tûşî nexweşî, bêkarî û xizaniyê bûne û ji ber vê yekê jî pêwîstî bi çareserkirina bilez a vê mijarê heye."

(hs) 

ANHA