Yekîtiya Bijîşkan a Navneteweyî: Rêveberiya Başûr nexwest bikaranîna çekên kîmyewî eşkere bibe

Dr. Jan van Aken diyar kir ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê nexwestiye ew li qadê lêkolînê bikin. Her wiha got eşkerebûna bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve di asta navneteweyî de skandalek e.

Yekîtiya Bijîşkan a Navneteweyî: Rêveberiya Başûr nexwest bikaranîna çekên kîmyewî eşkere bibe
21 cotmeh, 2022   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN 

Yekîtiya Bijîşkan a Navneteweyî ya li dijî Şerê Atomê û Bijîşkên bi Berpirsyariya Civakî (IPPNW) li ser delîl û belgeyên ku nîşan didin dewleta Tirk li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne, di navbera 20-27'ê Îlonê de li Başûrê Kurdistanê hevdîtin kirin û li ser mijarê raporek weşand.

Di raporê de hate ragihandin ku daneyên gelekî xurt hene ku nîşan didin dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar anîne. Endamê IPPNW û yek ji amadekarên raporê Dr. Jan van Aken li ser mijarê ji bernameya Çira Fokûs a Çira TV re axivî.

Dr. Jan van Aken destpêkê bal kişand ser astengiya PDK'ê ya li pêşiya liv û tevgera wan û anî ziman, ku wan xwest biçin gundekî herêma Kanîmasî ya ser bi Amêdiyê, ji bo ku bi mexdûrên êrişê re hevdîtinê bike û mînakan wergirin.

Lê belê li vê herêma ku di bin kontrola PDK'ê de ye, destûr ji wan re nehate dayîn, lewma jî ew neçar man li ser dîmen û belgeyên li ber dest, her wiha bi hevdîtina rayedarên parlamentoyên Hewlêr û Bexdayê û rêxistinên civakî yên sivîl, lêkolînan bike.

Li ser sedema astengiya li pêşiya wan hate danîn jî Dr. van Aken got: "Bi qasî ku em dizanin, di navbera artêşa Tirk û rêveberiya herêmî ya Hewlêrê de hevkarî heye. Dibe ku di wê baweriyê de ne ku divê mesele nixumandî bê hiştin, lewma destûr nedan me ku em biçin herêmê. Ji ber ku eger bê ispatkirin ku çekên kîmyewî hatiye bikaranîn wê ev yek bibe skandalek di asta navneteweyî de. Bi dîtina min rêveberiya Hewlêrê ev yek nedixwest. Ev nêrîn û texmîna min e."

Dr. van Aken destnîşan kir ku li gorî dîmenan û kesên pê re axivîne, dikare bibêje ku nîşaneyên xurt hene ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn û got, "Lewma pêwîstî pê heye ku heyeteke serbixwe ya navneteweyî li herêmê lêkolînê bike."

'HEKE IRAQ SERÎ LÊ BIDE OPCW DÊ MIJARÊ LÊKOLÎN BIKE'

Li ser rexneyên li ser xemsariya Rêxistina Qedexekirina Bikaranîna Çekên Kîmyewî (OPCW) jî Dr. van Aken işaret bi hin proseduran kir û got, "Ji bo OPCW karibe lêkolîn bike, divê dewleteke endam serlêdanê bike. Lewma eger Bexda, dewleta Iraqê zextê û serlêdanê bike, wê OPCW jî neçar bimîne ku mijarê lêkolîn bike."

'WEZÎRÊ PARASTINÊ YÊ DEWLETA TIRK LI XWE MIKUR HATIBÛ KU ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎNE'

Dr. Jan van Aken her wiha axaftina wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar a beriya salekê di meclisa Tirkiyê de bi bîr xist û anî ziman ku Akar li pêşiya mecisê bi rengekî eşkere li xwe mikur hat ku li Garê di operasyona leşkerî de gaza çavşewitandinê bi kar anîne.

Dr. van Aken destnîşan kir ku li gorî peymanên navneteweyî bikaranîna vê gazê li qada leşkerî qedexe ye û wezîrê Tirk bi rengekî eşkere li vî sûcî mikur hatiye.

Dr. van Aken anî ziman ku ew hêvîdar e careke din çekên kîmyewî neyên bikaranîn, lê belê eger daneyên nû bigihêjin ber destê wan ku hatiye bikaranîn, dê bi navê IPPNW careke din biçin Başûrê Kurdistanê û hewl bidin lêkolînê bikin.