​​​​​​​Rêveberiya Xweser 40 zarok û 15 jinên DAIŞ`î radestî Fransayê kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 40 zarok û 15 jinên DAIŞ`î radestî şandeya Wezareta Karên Derve ya Fransayê kirin.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser 40 zarok û 15 jinên DAIŞ`î radestî Fransayê kirin
20 cotmeh, 2022   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navenda xwe ya li Qamişloyê şandeya Wezareta Karên Derve ya Frensayê bi serkêşiya balyoz û berpirsê Navenda Rêveberiya Krîzan û Piştgiriyê ya Wezareta Karên Derve ya Fransayê Stephane Romate pêşwazî kir.

Şande ji aliyê hevserokê Daîraya Têkiliyên Derve Fenar El Giêt û endamên desteya rêveberiyê Robêl Biho û Xalid Îbrahîm ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de Fenar El Giêt pesna rola pêşeng a Fransayê ya di warê piştgirîdayîna herêmê di ailyê mirovî û aborî de da û got: “Hêvîdar in ku ev pêwendî hîn bi pêş bikeve û hevkariya ji bo parastina aramî û istiqrara herêmê zêdetir bibe.”

Ji aliyê xwe ve, Stephane Romate spasiya Rêveberiya Xweser kir û wiha axivî: “Ji ber pêşwazîkirina me îro, ez ji dil û can spasiya rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikim, bi taybet spasiya birêz Fener dikim.”

Stephane Romate her wiha destnîşan kir ku ev cara duyemîn e ku serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike da ku aliyên siyasî û şert û mercên zehmet ên ku gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe, nîqaş bikin.

Romate wiha dewam kir: “Me gelek mijarên girîng gotûbêj kirin, bi taybet yên ku dikarin di navbera Fransa û Bakurê û Rojhilatê Sûriyê di warên cuda de kar li ser bên kirin, wek ewlekarî û diyaloga siyasî. Her wiha mijarên girêdayî alîkariyên mirovî ku ji her alî ve ji aliyê Fransa ve ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê wê dikarin bên pêşkêşkirin. Gelek tiştk hene dikarin bên kirin.”

Romate tekez kir ku pabendî hevkariya bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ne û got: “Berpirsiyariya ku em bi dostên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re parve dikin, ew e ku rewşa kampan û barê ewlekariyê yê giran ku kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser Rêveberiya Xweser çêdike, di ber çavan re bigirin. Her wiha mijara dersînorkirina welatiyan bi taybet jin û zarokan. Ev mijar îro me bi hevalên xwe yên Rêveberiya Xweser re gotûbêj kirin."

Di dawiya hevdîtinê de, protokolên radestkirinê bi dawî bûn û Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 40 zarok û 15 jinên ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê radestî şaneya fransî kir.

ANHA