​​​​​​​Kongreya Îslama Demokratîk: Divê saziyên olî li hember sûcên dewleta Tirk bisekinin

Kongreya Îslama Demokratîk bang li saziyên olî yên cîhanê kir ku helwestekê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan bidin da ku dawî li êrişên xwe yên derexlaqî bîne ku çekên kîmyewî tê de bi kar tîne.

​​​​​​​Kongreya Îslama Demokratîk: Divê saziyên olî li hember sûcên dewleta Tirk bisekinin
20 cotmeh, 2022   12:04
QAMIŞLO

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyek da.

Endamê kongreyê Mihemed Seîd daxuyanî li taxa Xelîc a Qamişloyê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Xwedê mirov çêkirin û mafên wan û erkên wan hene. Ji erkên wan; parastina ol, rûmet û xaka xwe bike û mafên xwe jî hene divê werin dayîn û ya girîng jî mafê jiyana aştiyane ye. Jiyana kesan mîna jiyana mirovahiyê bi giştî ye û qetilkirina wan fena qetilkirina hemûyan e.

Kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk peymanên navneteweyî binpê dikin. Tiştê artêşa Tirk bi çekên kîmyewî li dijî gerîlayên tevgera azadiya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne, sûcekî hovane ye û li eniya mirovahî, neteweyan û aştîxwazan şermek e.

Em bang li NY’yê û saziyên hiqûqê dikin ku li hember dewleta Tirk bisekinin û pêşî li êrişên wê yên leşkerî yên derexlaqî ku çekên kîmyewî tê de bi kar tînin, bisekinin. Divê saziyên olî yên cîhanê helwestekê li hember vî şerî qirêjî yê dewleta Tirk nîşan bidin û divê sekneke exlaqî ya bidawîkirina van êrişan be."

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA