Şêniyên herêma Firatê sersaxî da malbatên 3 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne

​​​​​​​Şêniyên herêma Firatê sersaxî da malbatên 3 gerîlayên ku di êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne. Şêniyan bêdengiya navneteweyî şermezar kir û wek erêkirina êrişên dagirkeriyê bi nav kir.

Şêniyên herêma Firatê sersaxî da malbatên 3 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne
20 cotmeh, 2022   11:05
 KOBANÊ

Bi sedan şêniyên herêma Firatê, endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî berê xwe da bin konê sersaxiyê ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê li Qada Şehîd Egîd ya li Kobanê vedaye. Merasîma sersaxiyê ji bo gerîlayên HPG`ê Bahadîn Ehmed (Demhat Têkoşîn), Mehmûd Xelîl (Erdal Besta) û Ehmed Elî (Rêber Kobanê) yên di êrişên bi çekên kîmyewî de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn, hat lidarxistin.

Her sê şehîd ji wan 17 şehîdan in ku HPG`ê di 18`ê Cotmehê de nasnameyên wan eşkere kiribûn.

Di merasîmê de malbatên şehîdan li ber wêneyên şehîdan mûm pêxistin. Piştre hevserokê Desteya Jîngehê ya Herêma Firatê Arif Balî axivî. Arif Balî got li Herêmên Parastinê yên Medyayê 17 gerîla bi çekên kîmyewî hatin şehîdxistin, wan şehîdan peywira parastina gelên herêmê bi cih dianî.

Balî wiha axivî: “Îro li çiyayên Kurdistanê li gel bêdengiya navneteweyî komkujî tên kirin, hêzên navneteweyî li gorî kêfa xwe bi çarenûsa gelan dilîzin. Her kesê ji wan re dibêje na, qir dikin. Bi taybet ên di fikrên rêber Abdullah Ocalan de li edalet û azadiyê digerin ku planên wan têk birin. Îro welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafiran tên bombekirin, ev bombebaran îsbat dike ku em li ser rêya rast in.”

Balî di dawiya axaftina xwe de got: “Dewleta Tirk a dagirker bi zîhniyeta xwe ya Osmanî ku herêm zêdetirî 400 salan dagir kiribû, li dijî gelên herêmê komkujî pêk anîn. Ev dewlet xwedî dîrokeke xwîndar e.”

Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed jî wiha axivî: “Çekên di qada navneteweyî de qedexekirî li dijî zarokên me yên li çiyayên Kurdistanê tên bikaranîn. Armanca wan ya yekemîn şikandina vîna me ye, lê belê ew nizanin ku gelên azad têkçûn û şikestinê nizanin.”

Remziye destnîşan kir ku îro Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê li hember kiryarên faşîzane yên dagirkeriya Tirk têkoşînê mezin dikin û wiha lê zêde kir: “Her kes dizane çima em tê dikoşin, lê belê çav li kiryarên Tirkiyê yên li dijî me digirin, wekî ku ne xema wan be. Jinên ku zordar jê ditirsin, bûn sembola şoreşa Rojava. Rêber Ocalan ji bo azadiya jinan, azadiya xwe ya fîzîkî feda kir. Jin îro diyar dikin ku ew ê li hember aliyên li ser aramiya herêmê xetereyê çêdikin, bibin bendeke asê.”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê Gêlo Îsa jî got: “Dema dixwazin me tune bikin û bi ser nakevin, çekên kîmyewî li dijî me bi kar tînin. Em êdî vê dizanin, lê tiştê balkêş bêdengiya wan rêxistinan e ku qedexekirina çakên kîmyewî îdia dikin.”

Gêlo Îsa wiha dewam kir: “Kurd êdî bi hêz in, şoreşa Rojhilatê Kurdistanê nîşan dide ku Kurdên îro ne wekî Kurdên duh in. Ev mizgîniyê dide me ku dê roja ku em li bendê bûn, hilê.”

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê wesîqeyên şehadetê radestî malbatên şehîdan kirin.

ANHA