​​​​​​​Şêniyên Minbicê ji bo şermezarkirina êrişên kîmyewî yên li dijî gerîla xwepêşandan li dar xist

Bi sedan şêniyên Minbicê û gundewarê wê bi xwepêşandaneke girseyî, êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk li dijî HPG’ê şermezar kirin.

​​​​​​​Şêniyên Minbicê ji bo şermezarkirina êrişên kîmyewî yên li dijî gerîla xwepêşandan li dar xist
19 cotmeh, 2022   14:57
MINBIC

Duh Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameyên 17 gerîla eşkere kirin ku di encama êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbûn.

Li hember sûcên dagirkeriya Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi sedan şêniyên Minbic û gundewarê wê bi xwepêşandaneke girseyî êriş û bêdengiya navneteweyî li hemberê şermezar kirin.

Xwepêşandan bi dirûşma “Werin Cenga Azadiyê” ji pêşiya çerxerêya Nezafe dest pê kir û li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê rawestiya û veguherî mitinê.

Li wir, hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya Minbicê Ehmed El Cemîlî wiha axivî: “Em hedefgirtina hevalên me yên gerîla ji aliyê faşîzma Tirk ve bi çekên kîmyewî li çiyayên Kurdistanê şermezar dikin.”

El Cemîlî wiha lê zêde kir: “Ev serhildan, serhildana şêniyên Minbicê, ciwanên şoreşger û jinên ciwan a li hember êrişên dermirovî yên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ye.”

El Cemîlî destnîşan kir ku divê gel bi tevahî bibe yek û piştgiriyê bide hêzên leşkerî û ji bo rojên pêş amade be, ji ber ku li pêşiya herêmê şerek bi dewleta Tirk a dagirker re heye ku dixwaze mêtingeriyê li gorî rêgeza xwe careke din pêk bîne û demografiya herêmê biguhere.

Di dawiya axaftina xwe de, El Cemîlî got: “Em ê yekitiya xwe bidomînin û rê nedin dagirkeran ku derbasî xaka me bibin, her wiha em ji çete û xayînan re dibêjin ku bi her dilopeke xwîna şehîdan, berxwedana me ya li ser şopa neteweta demokratîk û fikrê rêber Ocalan bilindtir dibe.”

(mh)

ANHA