Partiya Sûriyeya Pêşerojê xwest hesab ji Tirkiye were pirsîn

Partiya Sûriya Pêşerojê bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gerîla li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku hesabê jê bixwazin.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê xwest hesab ji Tirkiye were pirsîn
19 cotmeh, 2022   14:44
REQA

Bi dehan endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, li pêşiya navenda partiyê kom bûn. Serokê Nivîsgeha Rêxistinî ya Giştî ya partiyê Îmad El Musa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de partiyê balkişand ser siyasetên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ku li ser qirkirin, înkarkirin û dûrxistina gelê Kurd ava kirine û got: “Bi vê siyasetê dixwaze gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bakurê Îraqê û herêmê bi giştî kontrol bike.”

Her wiha partiyê destnîşan kir ku hemwextî sûcên hovane yên ku li dijî gelê Sûriyê li Efrîn, Ezazê bi rêya komên xwe yên terorsît pêk tîne û herêman radestî Cebhet El Nusra kir, dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyawî yên qedexekirî mîna bombeyên fosforê, di şerê xwe yê nerewa li dijî Serêkaniyê û Efrînê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar anîn û di encamê de gelek gerîla li Zap, Avaşîn şehîd bûn. Herî dawî di encama bikaranîna wan çekan de 17 gerîla şehîd bûn.

Partiyê, daxuyand ku navendên hiqûqî yên xwecih û herêmî bi hezaran caran bikaranîna çekên kîmyawî li dijî berxwedêr û sivîlan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve belge kirine, her wiha sûcên li dijî gelê Sûriyê pêk tîne û guhertina demografiya herêmên dagirkirî belge kirin ku digihêjin asta sûcên şer.

Her wiha partiyê êrişên bi çekên kîmyawî ku dewleta Tirk li dijî tevgera rizgariya Kurdistanê û berxwedêrî sûrî û sivîl, hedefgirtina herêmê, fermandarên leşkerî û rêveberî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya balafirên bêmirov ên biçek şermezar kirin.

Partiyê got civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan, berpirsên van sûcan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ne û bang lê kir ku ji bêdengiya xwe derkeve, AKP`ê û şirîkên wê darizîne.

Partiyê diyar kir ku divê civata navneteweyî dev ji dûrûtiya xwe ya eşkerekirina sûcan û şermezarkirina wê berde û xwe bispêre pîvanên sabît ji bo eşkerekirina sûcdaran û darizandina wan dûrî hevalbendiyên sûcdaran ên siyasî û leşkerî.

Partiyê bang li hêzên nîştimanî û demokrat ên li Sûriyê û cîhanê, hemû rêxistinên civaka sivîl, parêzvanên mafên mirovan kir ku van sûcan û êrişan şermezar bikin û helwesteke cidî li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker nîşan bidin.

ANHA