​​​​​​​'Hîna du destên min hene, dikarim çekê rakim'

Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê bi çîrokên lehengî û fedakariyê dagirtî ye. Yek ji wan çîrokan a şervan Mezlûm Madora ye ku di Cotmeha 2019`an de di dema êrişa dagirkeriya Tirk a li ser Serêkaniyê de ji her du lingên xwe bûye. Mezlûm Madora dibêje “Hîna du destên min hene û dikarim çekê rakin.”

​​​​​​​'Hîna du destên min hene, dikarim çekê rakim'
19 cotmeh, 2022   01:54
HESEKÊ

Bakur û Rojhilatê Sûriyê di şerê xwe yê li dijî çeteyan û dagirkeriyê de zêdetirî 11 hezar şehîd û 25 hezar birîndar dan.

Şervanên vê xakê di dema parastina xak û gelê xwe de, destanên lehengiyên nivîsandin. Hinekan canê xwe feda kir, hinekan jî parçeyên laşên xwe dan.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di dema êrişa li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî ya 9`ê Cotmeha 2019`an de li dijî artêşa Tirk a dagirker, berxwedaneke bêhempa raber kir.

Şervanên ku tenê çekên sivik di destê wan de bûn, bi ruhê fedaî li ber xwe da. Ji lew re navê “Berxwedana Rûmetê” li berxwedana wan şervanên li Serêkaniyê hat kirin.

Mezlûm Madora yek ji wan şervanan e ku di Berxwedana Rûmetê ya li Serêkaniyê de cihê xwe girtiye.

Madora sala 2014`an tev li refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû û di hemû pêngavên leşkerî yên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ`ê de, cih girt. Madora sala 2017`an di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de birîndar bû, lê belê heta rizgarkirina cihê dawî yê DAIŞ`ê (bajarokê Baxozê yê yê Dêrazorê) di 2019`an de, têkoşîna xwe domand.

Di 9`ê Cotmeha 2019`an de dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên dagirkeriyê birin ser herêma Serêkaniyê û Girê Spî, Mezlûm Madora ji bo parastnia Serêkaniyê tevî hevalên xwe berê xwe da wir.

Mezlûm li ser wê demê wiha dibêje: “Wekî şervan, me tedbîrên xwe girtin, em li nuqteyên xwe yên parastinê man. Lê belê êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî me hov bûn, tê de balafir, çekên giran û çekên qedexekirî bi kar anîn. Ne tenê li dijî me, li dijî welatiyan jî heman tişt bi kar anîn.”

Dewleta Tirk a dagirker di 13`ê Cotmeha 2019`an de li djiî şêniyên Serêkaniyê çekên kîmyewî bi kar anîn û zarokê 13 salî Mihemed Hemîd bi wan çekan birîndar bû. Ji ber fosfora spî laşê Mihemed bi dijwarî şewitî.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî wê demê got dê der barê bûyerê de lêpirsînê veke, lê belê dewleta Tirk a dagirker lêpirsîn asteng kir. Bi vî rengî û ruxmî delîlên berbiçav jî sûcên dewleta Tirk a dagirker hatin nixumandin.

'BI RUHÊ FEDAÎ Û HEVALTIYÊ EM LI HEMBER ÇEKÊN NÛJEN SEKINÎN'

Mezlûm Madora, kêliyên ku di dema êrişa dagirkeriya Tirk de wiha tîne ser ziman: “Em bi berxwedaneke mezin, bi ruhê hevaltiyê û bi çekên xwe yên sivik li hember wan çek û êrişên hovane sekinîn. Ruhê hevaltiyê israra me ya berxwedan û serkeftinê zêde kir. Me berxwedan pejirand. Gotina me ya dawî ew bû ku em herêmê biparêzin û ji dagirkerê Tirk û çeteyên wî re nehêlin.”

Madora her wiha behsa fedakariyên hevrêyên xwe li eniyên şer kir û got: “Gelek nimûneyên zindî li ser ruhê ku hevalên me pê li ber xwe didan hene. Hinek ji wan bi parçeyan birîndar dibûn, tevî ku rewşa wan giran bû jî, lê vedigeriyan şer. Ev jî israr û ruhê fedayetiyê nîşan dide.”

'QANÛNÊN ŞER PÊK NEDIANÎN, DIXWESTIN BIRÎNDARAN JÎ QIR BIKIN'

Mezlûm Madora di roja 9`emîn a Berxwedana Rûmetê de li Serêkaniyê birîndar bû, li ser birîndariya xwe vê dibêje: “Di roja 9`emîn de em li Serêkaniyê bûn, saet derdora 10:00`ê sibehê bû. Balafireke bêmirov û biçek em bombe kirin, em 5 heval bûn, wê demê hevalên me em rakirin Nexweşxaneya Roj a li Serêkaniyê. Em 3 rojan di nexweşxaneyê de man. Em ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve hatin dorpêçkirin, me nikarîbû ji nexweşxaneyê derkevin, em bi derfetên heyî dihatin dermankirin.

Ez ji du lingên xwe bûbûm, gelek hevalên bi min re birîndar bûbûn, hinekan wekî min parçeyên laşê xwe winda kiribûn. Dagirkeriya Tirk qanûnên şer û qanûnên mirovahiyê pêk neanîn, nexweşxane yekser hedef girt, dixwest me qir bike.”

Ruxmî ku du lingên xwe winda kirin jî, lê belê hîna jî xwedî wê ruhê berxwedanê ye. Madora wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Hîna du destên min hene, pê dikarim çekê rakim, li hember dijmin bisekinin û herêmên xwe rizgar bikin.”

'DIVÊ CIWAN ÇEKÊ RAKIN'

Mezlûm Madora di dawiya axaftina xwe de ev bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, bi taybet yên koçber dibin û wiha lê zêde kir: “Ruxmî hemû tiştên me di oxira vê xakê de dane, lê hîna jî hinek hene dev jê berdidin û diçin welatên din. Divê ew vegerin welatên xwe û parastina vê pîroziyê bikin. Divê ciwan çekê rakin û tev li nava refên me bibin.”

ANHA