​​​​​​​`Hewldan hene ku kongreyeke jinan a xwedî nêrîneke hevgirtî li hember zihniyeta baviksalarî bê avakirin`

Koordînasyona Kongra Star Şîrîn Hesen diyar kir ku Kongra Star ji bo damezirandina kongreyeke jinan a xwedî nêrîneke hevgirtî li hember zihniyeta baviksalarî û pergalên dîktator, hewl dide rola jinan di hemû aliyan de xurttir bike û li ser astên kurdistanî û herêmî kar û xebat bike.

​​​​​​​`Hewldan hene ku kongreyeke jinan a xwedî nêrîneke hevgirtî li hember zihniyeta baviksalarî bê avakirin`
19 cotmeh, 2022   03:28
ŞEHBA – CÛD SÎPAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava jin bi rêya rêxistin û tevgerên jinên herêmê, modeleke azadiyê û wekheviyê bi revê  dibe ya ku bi şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an derket holê, heta ku demokrasî li Sûriyê û Rojhilata Navîn pêk were.

Kongra Star ku bi rêbazên rêxistinî yên xwe dispêre zanista jiyana azad "jenolojî" ku li dijî dagirkeriya ramanî, hişmendiya jinan û jiyana azad pêş dixe, li dijî her cure qirkirina fizîkî, çandî û madî û polîtîkayên qirkirinê tê dikoşe. Vê têkoşîna xwe bi rêya parastina hemû nirxên civakî yên jinan û mafê hebûna madî û çandî ya hemû gelan dimeşîn.

Ji destpêka meha Îlona borî ve, kongrayê dest bi lidarxistina konferansan li ser asta herêm û navçeyan kiriye. Kordînatora Kongra Star a herêma Efrînê Şîrîn Hesen a di Konferansa 4`emîn a Kongra Star a Herêma Efrînê de ku roja çarşemê (12’ê Cotmehê) hatibû li darxistin, beşdar bû wiha got: “Di şoreşa Rojava de ku bi navê Şoreşa Jinan tê binavkirin, jinan di hemû saziyan sivîl , leşkerî û fikrî de roleke pêşeng lîst..”

XEBATÊN HERÎ GIRÎNG ÊN KONGRA STAR PÊŞXISTINA JINAN E

Şîrîn Hesen diyar kir ku di hemû şoreşên Kurdistan û cîhanê de, ev cara yekem e ku jin dikarin roleke aktîf bilîzin û bibin xwedî biryar, ji ber ku di her şoreşekê de ew sînoran jê re diyar dikin ku divê derbas neke û wiha domand: “Lê me bi saya fikê azadiyê yê rêber Abdullah Ocalan rêxistineke jinan ava kir û di hem aliyan de xwe bi pêş xist.”

Şîrîn Hesen destnîşan kir ku jin di şoreşa Rojava de cihek girîng girtiye, nêrîna xwe di pergala hevserokatiyê de rave dike, li dijî zihniyeta baviksalarî ya dîktator tê dikoşe ku hewl dide di aliyê çandî û exlaqî de gelan qir bike.

Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Efrînê diyar kir ku êrişên dawîn ên li dijî pêşnegên civakê xuya dike ku pergalên serdest û hegemonîk her çiqas rola jinan di civakê de çalak be, wan qabûl nakin.

Şîrîn Hesen wiha domand: “Em rastiya ku tê de dijîn baş dizanin û dizanin ku êrişên li dijî jinan wê zêdetir bibin. Lê ji bo ku em bikarin li hember van êrişan bisekinin, pêwîst e em pêşî xwe bi rêxistin bikin û rastiya xwe û dîroka xwe nas bikin û bi vî ruhî bixebitin. Bi vîn rêya şehîdan û pêşengên me berdewam bikin ta ku azadiya jinan û civakê pêk bînin.”

HEVDÎTINÊN BERDEWAM LI SER ASTÊN BILIND BI RÊXISTINA JINAN A NAVNETEWEYÎ RE

Der barê hevdîtinên Kongra Star de ku bi rêxistinên jinan ên cîhanê re pêk tîne, Şîrîn Hesen got , “Em bi rêxistinên jinan ên li Sûriyê re, li ser asta herêmî û cîhanê hevdîtinan pêk tînin. Armanc jê em rastiya Şoreşa Rojava ya ku weke Şoreşa Jinan tê binavkirin bidin nasîn. Her wiha em rastiya jinan û çawa rejîmên ku dixwestin civakê di kesayeta jinan de bikin kole eşkere bikin. Me ev mijar hemû bi wan re parve kirin û xebatên me di vê çarçoveyê de hîna berdwam in.”

Şîrîn Hesen diyar kir ku ew hewl didin kar û xebatên xwe di çarçoveya Rojava de sînordar nehêlin û dixwazin rêxistina xwe li ser asta herêmî û cîhanî û heta li hundirê Sûriyê bidin nasîn û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji ber wê, em awayên birêxistinkirina xwe li Rojava û cîhanê şîrove dikin. Em hewl didin nêrînên xwe di bin sîwanekê de bikin yek. Hêz, vîn û têkoşîna xwe ya li hember zihniyeta baviksalarî û desthilatdar li cîhanê tev hev bikin. Ji ber hedefgirtina jinan li Efganistanê, hedefgirtina jinan li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye. li ser vê esasê karê me berdewam e. Aloziya ku Sûriye tê re derbas dibe û pirsgirêkên civakî, tenê bi yekitiya jinan û hêzên wan çareser dibin. Ji ber wê divê em xwe li gorî pêdiviyên pêvajoya heyî bi rêxistin bikin.”

AVAKIRINA KONGREYEKE JINAN LI SER ASTA HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ Û CÎHANÊ

Şîrîn Hesen têkildarî kar û xebatên Kongra Star li kantona Şehbayê ev agahî parve kirin: “Em di rojeva xwe de hewl didin êşên jinan û civakê parve bikin û bi awayekî zêde rewşa jinan bişopînin. Ji ber wê em serdana malbatên li gundên Şehbayê dikin bi taybet ên li kampan dimînin, da ku jinan bi hêztir bikin.”

ANIHA