​​​​​​​Dagirkeriya Tirk li Efrînê 20 mêtîngeh ava kirine da ku wê ji Sûriyê qut bike

Dewleta Tirk a dagirker di nêzî 5 salan de 20 mêtîngeh li Efrîna dagirkirî ava kirin û li ser avakirina mêtîngehên dîtir dixebite. Li rex wê jî kampên belave ava dike da ku malbatên ji seranserî herêmên Sûriyê lê bi cih bike. Dagirkeriya Tirk ji vê yekê armanc dike ku demografiya herêmê biguherîne û wê ji Sûriyê qut bike û tev li xaka Tirkiyê bike.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk li Efrînê 20 mêtîngeh ava kirine da ku wê ji Sûriyê qut bike
19 cotmeh, 2022   04:38
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Dewleta Tirk a dagirker avakirina mêtîngehan li deverên dagirkirî didomîne, bi armanca ku demografiya wê biguherîne nexasim piştî ku mijara derxistina mîlyonek penaberên ji Sûriyê ji xaka Tirkiyê û bicihkirina wan di bakurê Sûriyê de, derket holê.

Dagirkeriya Tirk hewl dide bi bihaneya “herêma ewle”, sînorên Mîsaqê Millî ya ji Deryaya Spî li rojava dest pê dike û digihêje Mûsilê li rojhilat û osmaniya têkçûyî vejîne.

AVAKIRINA 20 MÊTÎNGEHAN LI GUNDÊN EFRÎNÊ

Dewleta Tirk a dagirker di navê mirovî de û ji bo avakirina avahiyên mêtingeriyê, berê xwe da komeleyên Îxwanî yên qeterî û kiwêtî wek “Komeleta El Eyş Bî Kerame, El Eyadî El Beyda, El Xuwez El Beyda, Komeleya El Teawuniyê”.

Yekemîn gavên dagirkeriya Tirk di 15’ê Cotmeha 2018’an de bû, dema komeke avahiyên mêtingeriyê bi navê “Gundê Şamî” li gorî navê “El Cebhe El Şamiye”, li rojavayê bajarokê Meryemînê yê başûrê bajarê Efrînê, ava kir. Her wiha li berava çemê Efrînê jî di 4’ê Çileya 2021’an de bi piştgiriya “rêxistinên mirovî” yekîneyên mêtîngeriyê ava kirin.

Li navenda bajarê Efrîna dagirkirî jî, dagirkeriya Tirk dest danîn ser erdên welatiyên resen ên taxa Eşrefiyê wek Mehmûd Keleş, Henan Nasir û Mihemed Elî yên ji gundê Qîbarê, bi armanca avakirina kampekê ji bo malbatên çeteyan.

NAVÇEYA MABETA

Komeleya “Beyan” a qeterî mêtîngehek li qada Newrozê ya gundê Avrazê yê navçeya Mabeta, ava kir.

NAVÇEYA CINDIRÊSÊ

Dagirkeriya Tirk bi navê komeleya “Afad” a girêdayî wê, li gundên Mihemediye, Dêrbelûtê, li ser girê Cindirêsê yê dîrokî, Yalanqûzê, Celemê, Dêwa Jêrîn, Qulkê, Îska û Kefersefrê, yekîneyên mêtingeriyê ava kirin.

Her wiha, li gundê Hec Hesna, Munteda Sûrî ya bi rêveberiya serokê berê yê “hikumeta demkî ya îtîlafê” ya girêdayî çeteyan Xesan Hîto, ragihandin ku saziya bi navê “El Îhsan” a bi rêveberiya Bera El Semodî di 2’yê Nîsana îsal de dest bi avakirina 247 yekîneyên mêtingeriyê li ser çiyayê Şûtî yê nêzî çiyayê Qaziqlî yê gundê Kefersefrê yê Cindirêsê, kir.

Çavkaniyên taybet ji Efrîna dagirkirî dan zanîn ku rêxistina Heyva Sor a Tirk bi hevkariya waliyê Hatayê, bi dehan yekîneyên mêtingeriyê li navçeya Cindirêsê ava dike.

Tê zanîn ku dagirkeriya Tirk bi zanabûn malbatên Turkmen ên alîgirên AKP’ê li ser xeta sînor ji navçeya Şera heta Bilbilê û ji Cindirêsê heta Raco, bi cih kirin û bi dehan yekîneyên mêtingeriyê ava kirin.

NAVÇEYA RACO

Li navçeyên Raco û Şiyê jî, dagirkeriya Tirk 3 mêtîngeh li ser xeta sînor ava kirin. Her wiha li gundê Medyan Ekbew ku li ser sînorê bi Tirkiyê re ye û li deşta gundê Şadiya jî mêtîngeh ava kirin.

NAVÇEYA ŞIYÊ

Li gundê Çeqela yê girêdayî navçeya Şiyê, dagirkeriya Tirk bi piştgiriya çeteyên “Sultan Suleyman Şah (El Emşat)” mêtîngehek ava kir, her wiha di navbera gundên Çeqela û Qermîliqê de ji bo bicihkirina 300 malbatên çeteyên ku li Lîbyayê şer kirine, mêtîngehek ava kir.

NAVÇEYA ŞERA

Li gundê Baflonê ya êzidiyan û gundê Qîbarê, dagirkeriya Tirk di 12’ê Cotmeha 2020’an de bi navê “Kampa Teawûn (hevkarî)” û bi piştgiriya komeleyên Qeterê û Kiwêtê mêtîngeke ji 70 avahiyan ava kir û bi sedan malbatên ji seranserî herêmên Sûriyê hatine tê de bi cih kirin.

NAVÇEYA ŞÊRAWA

Komeleya bi navê “Jiyana birûmet a şêniyên Filistînê 48” li gundê Şadêrê ya êzidiyan mêtîngehek ji 99 avahiyan kir û navê “Besme” lê kir û tê de malbatên Filistînî yên ku dewleta Tirk a dagirker ew ji kapmên Filistîniyan anîne û yek ji wan Kampa Yermûk e, bi cih kirin.

Her wiha, li gundê Xalta ya navçeya Şêrawa jî dewleta Tirk a dagirker mêtîngehek ji 300 yekîneyan ava kir, navê wê jî kir “Kiwêt El Rehme”. Komeleyên Kiwêtê avakirina wê mêtîngehê fînanse kir.

NAVÇEYA BILBILÊ

Ji bo bicihkirina malbatên biyanî li navçeyê 7 mêtîngeh hatin avakirin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê da zanîn ku dagirkeriya Tirk par bi sponseriya Rûsyayê 30 malbat ji gundê Um Betna yê parêzgeha Quneytîrayê anîn û li bakurê Sûriyê bi cih kirin.

Her wiha rêxistinê da zanîn ku bêhtirî 7 hezar û 500 malbatên filistînî berê xwe dan deverên dagirkirî yên bakurê Sûriyê û bêhtirî 500 malbatî berê xwe da Efrîna dagirkirî.

Di çarçoveya guhertina demografîk de, dagirkeriya Tirk hewl dide çanda gundên êzidî yên Efrînê tune bike û bajarê Efrînê ji bajarên dîtir ên Sûriyê qut bike.

MÊTÎNGEHÊN KU HÎN TÊN AVAKIRIN

Komeleya bi navê “El Eyadî El Beyda” li daristanên gundê Qitmê yê navçeya Şerayê, bi piştgiriya komeleyên filistînî û yên Kendavê bi navê “Gundê Sefiya” mêtîngehekê ava dike.

Girêdayî mijarê, çavkaniyan da zanîn ku komeleya “Wefa El Muhsinîn” li gundê Kefersefirê di Îlona borî de dest bi avakirina mêtîngeke nû kir. Di Îlona borî de her wiha komeleya “El Eyadî El Beyda” ya îxwanî bi hevkariya dagirkeriya Tirk gundekî mêtîngeriyê li çiyayê Şêx Mihemed ê li bakurê rojavayê gundê Kefirsefrê yê Cindirêsê, ji bo bicihkirina malbatên filistînî yên ku li derdora Şamê jiyan dikirin, ava kir.

KOMELEYÊN KU AVAKIRINA MÊTÎNGEHAN FÎNANSE DIKIN

Komeleyên ku avakirina mêtîngehan li deverên dagirkirî fînanse dikin ev in; (IHH: 18 hezar û 601 yekîneyên mêtingeriyê – TÜRKIYA DIYANET VAKVI: 8 hezar û 16 yekîne– AFAD: 7 hezar û 613 yekîne– SADAKATAŞI: 5 hezar û 50 yekîne– Heyva Sor a Tirk: 2 hezar û 189 yekîne– FATIH: 2 hezar û 86 yekîne– HAYRAT YARDIM: 2 hezar û 58 yekîne– DENIZ FENERI: hezar û 720 yekîne– YADI BAŞAK: 700 yekîne-  Beşir Dernenği: 641 yekîne– İDDEF: 610 yekîne- Hündayi Vakfi: 587 yekîne– Kiyamder: 265 yekîne- ANDA: 200 yekîne.)

Rêxistinên ji Qeterê yên îxwanî, Kiwêtî û Filistînî jî ev I; (Komeleya Jiyana Birûmet a Filistînê, Komeleya Îhsan a Alîkarî û Pêşxistinê – El Eyadî El Beyda – El Xuwez El Beyda – Komeleya Teawuniyê– Xeyr El Şam – Komeleya El Beyan – Ereb Filistîn 48, bi giştî 9 hezar û 352 yekîneyên mêtîngeriyê ava kirin.)

BICIHKIRINA TIRKMENAN LI EFRÎNA DAGIRKIRΠ

Komele û rêxistinên Tirkmen bi sponseriya dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya hewldanên bicihkirina Tirkmenan li Efrînê de, Meclisa Tirkmen a Sûiyê ragihandin.  Di 23`yê Tebaxa 2018`an de, meclisê bi Tirkmenên ji Hema, Hums, Şam û Colanê hatine û li Efrînê hatine bicihkirin re civiya.

Meclisa Tirkmen a girêdayî dewleta Tirk a dagirker eşkere kir ku endamên wê serdana baregeha çeteyên “El Zahir Bîbers” ên ji Tirkmenên Colanê pêk tên, kiriye. Her wiha serdana baregeha çeteyên “El Furqan” kirine ku ji çeteyên Tirkmen ên ji herêma navîn pêk tê. Çeteyê bi navê Mihemed Wecîh Cûma ku serokê “Meclisa Tirkmen a Sûriyê” ye, ji komeke çeteyên Tirkmen û malbatên wan re axivî û tekezî bi yekitiya Tirkmenan û pêwîstiya vejandina giyanê yekitiyê û hevgirtinê ya Tirkmenên Sûriyê kir. 

Di Îlona 2019`an de jî, şandeyeke “Hizb El Nehda ya Tirkmen a Sûrî” serdana çeteyên Sultan Mihemed El Fatih û gundên Efrînê kir ku şêniyên wê yên resen jê koçber bûne kir yên ku plan dikirin Tirkmenan lê bi cih bikin.

 Li rex wê dewleta Tirk a dagirker armanc dike hejmara herî zêde ya Tirkmenan li Efrîna dagirkirî bi cih bike nexasim li ser xeta sînor. Her wiha alîkariyan ji wan re pêşkêş bike, ji bo ku demografiya herêmê biguherîne nexasim li gel ku behsa vegerandina milyonek penaberên ji Sûriyê û bicihkirina wan li Efrîna dagirkirî hat kirin.

(mh)

ANHA