SOHR: Firqeya 4`an endamên lihevhatinan ên li Dêrazorê tev li refên xwe dike

SOHR`ê ragihand ku Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê “endamên lihevhatinan” yên li Dêrazorê tev li nava refên xwe dike da ku wan bişîne şer. Li kesên red dikin jî gefa şopandin û girtinê dixwe.

SOHR: Firqeya 4`an endamên lihevhatinan ên li Dêrazorê tev li refên xwe dike
18 cotmeh, 2022   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Firqeya 4`an a ser bi hikumeta Şamê ve li Dêrazorê “endamên lihevhatinan” ji “Dîfa Wetenî” derdixe û tev li nava refên xwe dike.

Li gorî SOHR`ê, fermandariya Firqeya 4`an hemû kesên ku “lihevhatin” pêk anîne û li gorî wê tev li refên “Dîfa Wetenî” bûne, agahdar dike ku di zûtirîn dem de tev li “Firqeya 4`an” bibin. Ji bo kesên ku red bikin an jî tev lê nebin gefa şopandin û girtinê dixwe.

SOHR`ê da zanîn ku Firqeya 4`an, ji ber ku tev li wan nebûne, gelek kes binçav kirin û ew xistin Girtîgeha El Balûnî. Ciwanên li Dêrazorê ji tirsa ku wan bişînin eniyên şer an jî bişînin parêzgehên din, naxwazin tev li Firqeya 4`an bibin. Ji lew re, yan xwe vedişêrin, yan jî berê xwe didin herêmên Dêrazorê yên girêdayî Rêveberiya Xweser ve.

Firqeya 4`an ji hêzên sereke yên girêdayî hikumeta Şamê ye û birayê Beşar Esed, Mahir Esed serkêşiya wê dike.