`Li Îranê 41 rojnameger hatine girtin`

Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor ragihand ku ji dema destpêkirina raperîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve 41 rojnameger hatine girtin, xwest hemû rojnamegerên hatine girtin werin berdan û dest ji binpêkirina azadiya ramanê berde.

`Li Îranê 41 rojnameger hatine girtin`
18 cotmeh, 2022   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor têkildarî binpêkirinên rejîma Îranê di xwepêşandan û nerazîbûnên li hemberî rojnamegeran dike daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Di serhildana vê dema dawî ya li Îranê de, yek ji komên ku herî zêde tên hedefgirtin rojnameger in. Serhildanan weke derfetê ji bo bêdengkirina rojnamegeran bi kartînin.”

Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor ragihand ku ji dema destpêkirina raperîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve 41 rojnameger hatine girtin û xwest hemû rojnamegerên hatine girtin werin berdan û dest ji binpêkirina azadiya ramanê berde.