HPG: Artêşa Tirk a dagirker bikaranîna çekên kîmyewî didomîne

HPG'ê daxuyand ku artêşa Tirk a dagirker 14 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êriş kiriye. Her wiha da zanîn ku leşkerekî artêşa Tirk hatiye kuştin.

HPG: Artêşa Tirk a dagirker bikaranîna çekên kîmyewî didomîne
18 cotmeh, 2022   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“Di encama çalakiyên hêzên me de dagirkerek hate cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 14 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 28 caran bi helîkopterên êrişê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kirin.

Agahiyên berfireh ên li çalakî û êrişan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

17'ê Cotmehê saet di 08:35 û 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemço, tîmên me yên bi tevger du caran bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Êvara 17'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sacayê, tîmên me yên bi tevger dest li helîkopterên êrişê werdan ku dixwestin bombeyan li qadê bibarînin. Piştî destwerdana hêzên me helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

17'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, çeperên şer ên Şehîd Yûnûs 11 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

17'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çeperên şer ên Şehîd Pîrdogan û li Qada Berxwedanê ya Sîdayê çeperên şer ên Şehîd Felat 3 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

17'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Hakkarî, Girê Cûdî û Girê Amediyê 28 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

17'ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Hakkarî, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

17'ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker li Qada Berxwedanê ya Karker hewl da çeperên şer bi kepçeyan hilweşîne.

17'ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker ji qada Sîda heta bi Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil hewldanên xwe yên ji bo çêkirina rêya dagirkeriyê dewam kir."