​​​​​​​Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser qanûna têkoşîna li dijî qaçaxiya mirovan, erê kir

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya asayî de qanûna têkoşîna li dijî qaçaxçiya mirovan erê kir û bawerî da seroka nû ya Desteya Jinan.

​​​​​​​Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser qanûna têkoşîna li dijî qaçaxiya mirovan, erê kir
17 cotmeh, 2022   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser li ser marpela xwe ya fermî nûçeyek belav kir û tê de naveroka civîna asayî ya bi hejmara 66 a Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

Li gorî nûçeya hatiye belavkirin, hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Ferîd Etî, endamên Dîwana Giştî, nûnerên Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriye, nûnerên Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriye li civînê hazir bûn.

Civîn bi xwendina rapora civîna berê dest pê kir, paşê bawerî da seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye Edalet Mihemed Omer li şûna Cîhan Xidro.

Di civînê de hin guhartin li ser cezaya pereyan a di qanûna têkoşîna li dijî qaçaxiya mirovan de çêbûn. Haziran her tiştên girêdayî qaçaxiya ji Bakur û Rojhilatê Sûriye û derketina jê û ber bi wê ve nîqaş kirin.

Di dawiya civînê de li ser qanûna ku ji 13 madeyan pêk tê dengdayîn çêbû û di encamê de hat erêkirin û dê ji dîroka ragihandina wê ji aliyê Meclisa Giştî ve, bikeve meriyetê.

(dmـ)