Koçberên Serêkaniyê 75 şehîdên mehên Îlon û Cotmeh bi bîr anîn

Koçberên Serêkaniyê li Hesekê 75 şehîd bibîr anîn ku di mehên Îlon û Cotmeha sala cuda de şehîd bûbûn û teqezî bi berdewamkirina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan û rizgarkirina herêmên dagirkirî kir.

Koçberên Serêkaniyê 75 şehîdên mehên Îlon û Cotmeh bi bîr anîn
Koçberên Serêkaniyê 75 şehîdên mehên Îlon û Cotmeh bi bîr anîn
Koçberên Serêkaniyê 75 şehîdên mehên Îlon û Cotmeh bi bîr anîn
Koçberên Serêkaniyê 75 şehîdên mehên Îlon û Cotmeh bi bîr anîn
Koçberên Serêkaniyê 75 şehîdên mehên Îlon û Cotmeh bi bîr anîn
Koçberên Serêkaniyê 75 şehîdên mehên Îlon û Cotmeh bi bîr anîn
17 cotmeh, 2022   16:54
HESEKÊ

 Meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Serêkaniyê li rojhilatê Hesekê, bi merasîmekê 75 şehîdên di mehên Îlon û Cotmeha salên cuda de şehîd bûbûn, bi bîr anîn. Bi dehan malbatên şehîdan, koçberên Serêkaniyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li merasîmê bûn.

/ar/uploads/files/2022/10/17/162952_zwzan-28kbyr29.webp

Di merasîmê de, endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Serêkaniyê Zozan Gul axivî û got: “Em ji bo şehîdên xwe bibîr bînin li vir kom bûn ku ji bo parastina me û herêmên xwe canê xwe feda kir. Ji bo naskirina şehîdan û rastiya fikrê rêber Abdullah Ocalan divê em şopdarên rêya wan bin.”

Zozan Gul bang li şêniyan kir ku baweriya xwe ji derveyî hêzên leşkerî, bi tu kesî neynin û rêya parêzvanên axê bişopînin da ku herêmên dagirkirî rizgar bikin û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

/ar/uploads/files/2022/10/17/163020_shyar-28kbyr29.webp

Yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şiyar Colo axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan û rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

Di dawiya merasîmê de sînevizyonek têkildarî 75 şehîdan hat pêşandan.

ANHA