​​​​​​​Komîteya Tenduristiyê, akademiyeke tenduristiyê li Reqayê vekir

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê akademiyeke tenduristiyê li Navenda Geşepêdana Tenduristî ya li bajêr vekir.

​​​​​​​Komîteya Tenduristiyê, akademiyeke tenduristiyê li Reqayê vekir
17 cotmeh, 2022   15:21
REQA

Desteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqa, rêvberê navenda rêxistina Gesepêdana Tenduristiyê, Kombûna Jinan a Zenûbya û rêvberiyên girêdayî Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye li vekirina akademiyê hazir bûn.

Dayika şehîd Mihemed Elî, Eyşe El Elî navend vekir. Paşê hevserokê Akademiya Tenduristiyê Dr. Enes El Silêman axivî û bi xêrhatina haziran kir û got:" Di gel pêşketina qada tenduristiyê li cîhanê û piştî ku herêmên me ji rêxistinên terorîst rizgar bû, pêwîst bû ku akademiyek bê avakirin da sîstemeke tendursitî çêbikin ku dikare ji nexweşiyan re bibe bersiv û civakeke tendurist ava bikin."

El Silêman piştrast kir ku her tiştê girêdayî tenduristiya mirov, erka wan e da ku civakê ji aliyê xizmetên tenduristî, zanebûna tenduristî, piskolojî û bedenî pêş bixin, pandemiyan rawestînin û dewreyên perwerdeyê li gorî ku tê xwestin li dar bixin.

El Silêman hêvî kir ku akademî bibe navendeke pêşeng di qada tenduristiyê de ku dê bernameyên perwerdeyê ji karmendên tenduristiyê û civaka sivîl re li dar bixe û zanabûna tenduristî li cem nifşên bê xurttir bike.

Bijîşk Elî Bişir, Hemîdoş Şahîn û Enes El Silêman bawernameyên derçûnê li ser perwerdekaran belav kirin ku tev li dewreya destwerdana lezgîn bûne ku Komîteya Tenduristiyê li navenda Geşepêdana Tenduristiyê li dar xistiye.

 (dm)

ANHA