54 şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temir a kantona Hesekê 54 şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.

54 şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bibîranîn
17 cotmeh, 2022   11:51
HESEKÊ

Ji bo bîranîna şehîdên Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin, Hêzên Erka Xweparastinê, Hêzên Asayîşê, Hêzên Sûriya Demokratîk û çapemeniyê ku di mehên Tîrmeh, Tebax, Îlon û Cotmehê de li cihên cuda şehîd bûne, bi dehan şêniyên navçeya Til Temir û malbatên 54 şehîdan berê xwe da Saziya Malbatên Şehîdan.

Di merasîma bîranînê de yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temir Ferhad Canfeda axivî. Ferhad Canfeda bal kişand ser rola şehîdan di bidestxistina jiyaneke birûmet de û wiha got: "Em îro şehîdên ku di têkoşîn û parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xwe feda kirine, bi bîr tînin. Di tunekirina terorê û avakirina jiyaneke ewle û aram de, ew xwedî roleke pêşeng bûn."

Canfeda wiha dom kir: "Dagirkeriya Tirk ji bo pêkanîna armancên xwe yên Osmanî gelê Sûriyê îstismar dike."

Merasîm bi xwendina helbestên li ser têkoşîn û fedakariya şehîdan ji aliyê endama Navenda Çandê ya navçeya Til Temirê Nalîn Yûnis ve, bi dawî bû.

(hs)

ANHA