Li Hesekê li dijî şewata li Girtîgeha Evîn a Îranê çalakiyên cuda

Li dijî qetilkirina Jîna Emînî û derxistina şewatê li Girtîgeha Evîn a li Tehranê ku di encamê de gelek girtiyan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn, Kongra Star li bajar û navçeyên Hesekê xwepêşandan û çalakî li dar xistin.

17 cotmeh, 2022   12:47
HESEKÊ

Di 15`ê Cotmehê de li Girtîgeha Evîn a li paytexta Îranê Tehranê şewat derket. Li gorî daneyên fermî di şewatê de 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye, 71 girtî jî birîndar bûn ku rewşa 4’an giran e.

Şêniyên kantona Hesekê bi çalakiyên cuda derxistina şewatê li Girtîgeha Evîn şermezar kir û ew yek wek berdewamkirina siyasetên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd bi nav kir.

Şêniyan her wiha qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî şermezar kir û bi dirûşma “Em hemû Jîna Emînî ne, Jin, Jiyan, Azadî” xwepêşandan kirin.

Xwepêşandanê ji pêşiya Parka Rêbertî ya li taxa Nasira ya Hesekê dest pê kir û heta avahiya Komîteya Jîngehê û Şaredariyan a li taxa Kelasê dewam kir.

Endama rêveberiya Kongra Star a Hesekê Zozan Cûma axivî û qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir.

Zozan her wiha behsa berxwedana girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evîn a Tehranê kir û got: “Ruxmî ku girtiyên siyasî û rewşenbîrên Kurd di girtîgehên Îranê de tên ragirtin jî û îşkence li wan tê kirin, her wiha desthilata Îranê li girtîgehan bi zanabûn şewatê derdixe da ku îradeya gelê Kurd bişikîne, lê belê lehengên me yên li girtîgehan berxwedaneke dîrokî nîşan didin.”

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Hesekê Mihemed Elî jî got: “Tiştê îro li girtîgehên Îranê rû daye, qirkirina li dijî gelan e. Êdî bes e ji siyaseta zordestiyê ya hikumeta Îranê ya li djiî gelan re.”

Xwepêşandan bi dirûşman bi dawî bû.

KAMPA WAŞÛKANÎ

Bi dirûşma “Na ji sûcên dewleta Îranê yên li dijî girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evîn re” Meclisa Kampa Waşûkanî bi hevkariya Kongra Star xwepêşdanek li dar xist.

Xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên PYD`ê û Kongra Star û pankertên “Hilweşe hikumê dîktatoran” bilind kirin.

Xwepêşandanê ji pêşiya navenda meclisa kampê dest pê kir û li deriyê têketina kampê rawestiya. Li wir endama rêveberiya Kongra Star a Kampa Waşûkanî Nûra Nezîr daxuyaniyek da raya giştî.

Di daxuyaniyê de şewata li Girtîgeha Evîn hatiye derxistin hat şermezarkirin û hate gotin: “Em vî sûcê li dijî mirovahiyê û jinan ê dewleta Îranê ya dîktator û dagirker şermezar dikin.”

Xwepêşandan bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Kongra Star li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê jî li hember sûcên li dijî girtiyên siyasî yên li girtîgehan li pêş navenda çand û hunerê çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Li wê derê, endama rêveberiya Kongra Star Fatima Keleş axivî û kiryarên li dijî girtiyan şermezar kir. Her wiha destnîşan kir ku şewata li Girtîgeha Evîn bi zanabûn ji aliyê desthilata Îranê ve hatiye kirin, da ku girtiyên berxwedêr tune bike. Her wiha diyar kir ku ev kar berdewama qetilkirina Jîna Emînî ye û got: “Rojhilatê Kurdistanê ne bi tenê ye, em li pişt wê ne.”

Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojhilat”, “Jîna Emînî bê mirin î” bi dawî bû.

TIL TEMIR

Kongra Star li pêş Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê jî daxuyaniyek da. Endama rêveber a Kongra Star Gulîxan Tahir daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî xwepêşdanên li Îranê derketine, rejîma melayan a Îranê bi sedan xwepêşandêr avêtin girtîgehan, bi taybet jî Girtîgeha Evîn û hate gotin: “Serketina şoreşa gel a li Îranê dê bibe sedema xilasbûna ji serweriya rejîma Îranê.”

ŞEDADÊ

Kongra Star a navçeya Şedadê jî têkidarî şewata li Girtîgeha Evîn daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya Meclisa Sivîl a Şedadê ji aliyê endama Mala Jinan Hediya El Hemzeve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hikumeta Îranê ku îslamê îdia dike, bi sûcê hov ê l dijî şehîd Jîna Emînî têr nebû, li Girtîgeha Evîn a li Tehranê jî şewat derxist ku tê de hejmareek çalakvanên siyasî û parêzvanên mafên mirovan hene. Em sûcên dewleta Îranê şermezar dikin. Di heman demê de bang li rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqî dikin ku li hember van sûcan bisekinin.”

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

HOL

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/n1b9wWMuUAs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li dijî sûc û binpêkirinên desthilatdarên Îranê û dewleta Tirk a dagirker, Meclisa Navçeya Navçeya Holê jî daxuyaniyek da raya giştî.

Hevseroka meclisê Cûdî Azad daxuyanî xwend û gelek şêniyên navçeyê û endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî û rûspiyên eşîrên herêmê tev lê bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de hemû jinên bi destê hikumetên Enqere û Tehranê hatine qetilkirin, hatin bibîranîn û hate destnîşankirin ku qetilkirina Jîna Emînî li Îranê agirê şoreşa li dijî rejîma Îranê pêxist.

Her wiha hat diyarkirin ku derxistina şewatê li girtîgeha ku girtiyên siyasî tê de ne ji aliyê rejîma Îranê ve, nîşan dide ku ev rejîm faşîst e û bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku sûcadarên ku li Îran û Tirkiyê sûcên şer pêk anîn darizînin.

(cx)

ANHA