Rêxistina Mafê Mirov a Îranê: Li girtîgeha bajarê Reşt 6 girtî hatine kuştin

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê der barê bûyerên duh bi şev ên li girtîgeha Evîn a li Tehranê de daxuyaniyek da û xwest di bin çavdêriya NY`yê de lêkolîn li ser bûyerê were kirin. Her wiha diyar kir ji bilî girtîgeha Evînê, li girtîgehek din de jî alozî derketiye û li gor agahiyên ne fermî şeş girtiyan jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê: Li girtîgeha bajarê Reşt 6 girtî hatine kuştin
16 cotmeh, 2022   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê bi daxuyaniyek îşaret bi bûyera duh bi şev li girtîgeha Evîn a li Tehrana paytext kir û got, Wezareta Dadê ya Îranê eşkere kiriye ku di wê bûyerê de 4 girtiyan jiyana xwe ji dest dane, 61 girtî birîndar bûn, 10 birîndar rakirine nexweşxaneyê û rewşa her çar ji wan giran e.

Di daxuyaniya rêxistinê de tê gotin ku rejima Îranê rastiya bûyerê û encama wê bi raya giştî re parve nake. Rêxistina Mafê Mirov a Îranê daxwaz dike ji bo rastiya bûyerê were zanîn divê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de lêpirsîn û lêkolîn li ser bûyerê were kirin.

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê eşkere dike ku îro (16’ê Cotmehê) alozî di navbera girtiyan û hêzên ewlehiyê yên girtîgeha navendî ya bajarê Reşt (Lakan) de derketiye. Li gor agahiyên hatin piştraskirin, 6 girtiyan jiyana xwe ji dest dane, der barê bûyerê û nasnama kesên mirine de tu agahiyek bi dest rêxistinê neketiye.