​​​​​​​Festîvala “Arîn.. Bisk û Zulfên Aştiyê” bi dawî bû

2ʹyemîn Festîvala Şanoyê ya  “Arîn.. Bisk û Zulfên Azadiyê” bi dayîna xelatan bi dawî bû.

​​​​​​​Festîvala “Arîn.. Bisk û Zulfên Aştiyê” bi dawî bû
​​​​​​​Festîvala “Arîn.. Bisk û Zulfên Aştiyê” bi dawî bû
​​​​​​​Festîvala “Arîn.. Bisk û Zulfên Aştiyê” bi dawî bû
​​​​​​​Festîvala “Arîn.. Bisk û Zulfên Aştiyê” bi dawî bû
​​​​​​​Festîvala “Arîn.. Bisk û Zulfên Aştiyê” bi dawî bû
​​​​​​​Festîvala “Arîn.. Bisk û Zulfên Aştiyê” bi dawî bû
14 cotmeh, 2022   16:32
KOBANÊ

2ʹyemîn Festîvala Şanoyê ya  "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" bi belavkirina xelatan ji aliyê Desteya Çandê û Tevgera Çand û Hunrê ya Mezopotamiya ya Herêma Firatê ve bi dawî bû.

Destpêkê sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Arîn Mîrkan hat pêşandan, piştre cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir wiha axivî: “Her kesê ku di vê festîvalê de beşdar bû peyama xwe gihand cîhanê ku gelê herêmê dikare tevî komkujiyên ku li dijî wî tên kirin, dîsa rabe û li dijî dagirkeran bisekine. Îro gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yek dengî û li ser dika Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê helwesta xwe nîşan da, her wiha îsbat kir ku fedakariya şehîd Arîn Mîrkan û hemû şehîdan vala neçûn.”

Cîgira hevseroketiya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen destnîşan kir ku tevî êrişên rojane yên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê herêmê, dîsa jî komên şanoyê karîn pir xweş di Festîvala Arîn a Şanoyê de pêşkêş kirin û got: "Ev jî nîşan dide ku em gelekî berxwedêr in.ʹʹ

'DIVÊ EM LI ÇANDA XWE XWEDÎ DERKEVIN’

Piştre, hevserokê Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Osman Elî axivî û got: "Divê em di her tiştî de afirîner bin, armanca me ew e ku em xwedî li çanda xwe derkevin.ʹʹ

Osman Elî wiha got: “Em dixwazin peyamekê bigihînin hemiyan ku kes nikare me tune bike û em dikarin di rewşên herî dijwar de rabin ser piyan.”

Piştre koma Vejîn a zarokan a navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê stran gotin, piştre ji aliyê koma Sema ya Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê ve govendên folklorî hatin pêşkêşkirin, piştre hunermend Niyazî yê ji Efrînê hatiye û hunermend Mazlûm Celo stranên şoreşgerî gotin.

Di dawiya festîvalê de dayika şehîd Arîn Mîrkan, komên beşdar, şanogerên ku berî Şoreşa Rojava dixebitîn û Yekitiya Ragihandina Azad ji aliyê Desteya Çandê û Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê yên Herêma Firatê ve, hatin xelatkirin.

 (mh)

ANHA