ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-20-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-20-2022
14 cotmeh, 2022   23:00

-Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê endamê Komîteya Parastinê ya meclisa navçeyê Mihemed Bozan dispêrên axê, saet 09:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Sutoro Îbrahîm Besam Mîxaîl (Aryo) li Goristana Şehîdên Suryan Asûr vedişêrin, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nexweşxaneya Gel a Şedadê xizmetê pêşkêşî 350 hezar kesî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolîner Ehmed Şêxo destnîşan kir ku tevî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan û PKK'ê, pêla têkoşînê ranewestiyaye. Şêxo bal kişand ser vê yekê ku ev komplo û kiryarên ku li dû xwe hiştiye, hemû pîvan û qanûnên navneteweyî binpê dike û durûtî û pîvanên dualî yên civata navneteweyî derdixe holê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Suryanên li bajarê Qamişlo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ev êriş nikarin îradeya gelê Suryan bişkîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku ger desthilata Başûrê Kurdistanê bi vê şêwazê niha berdewam bike û li siyaseta xwe venegerin, li ser asta neteweyî, herêmî û cîhanî dê karesatên ji yên 2017’an mezintir bên serê wê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Welat Derwîş da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker piştî şerê wê yê leşkerî li herêmê bi bin ket, avê û dosyaya aborî ji bo şantajkirina Rêveberiya Xweser bi kar tîne ku armancên xwe pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rayedarên dewleta Tirk a dagirker bi serokatiya cîgirê wezîrê karên hundir li gundewarên Helebê yên dagirkirî geriyan. Çapemeniya dewleta Tirk jî navê "Çobanbey" li bajarokê El Raî yê Sûriyê kir. Dr. Ehmed El Durzî got "Ev yek binpêkirina hemû pîvanên navneteweyî ye. Dewleta Tirk tevî propagandaya lihevkirinê ya bi hikumeta Şamê re, dev ji projeya xwe bernade." (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Endama Fermandariya Giştî ya QSDʹê Newroz Ehmed diyar kir ku ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker ew ê têkoşînê xurt bikin. Her wiha got: "Hêza yekane ya em pişta xwe didinê gel e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, şêniyên Siwêdayê li hemberî siyasetên hikumeta Şamê yên bi armanca koçberkirina wan û guhertina demgorafî sekinin û xeta sêyemîn hilbijart. Di encamên xwepêşandanên berfireh ên gel de hikumeta Şamê neçar ma ku "çareseriyan" pêk bîne da ku xwepêşandanan bisekine û  parêzgehê vegerîne desthilatdariya xwe.

ANHA