Hiqûqnas: Erka NY’ê ye ku dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê derxîne

​​​​​​​Bi dehan hiqûqnas rêbazên bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li herêmên dagirkirî û darizandina dewleta Tirk di civînên navneteweyî de nîqaş kirin û destnîşan kirin ku erka NY’yê û Meclisa Ewlehiyê ye ku dagirkeriya Tirk ji deverên dagirkirî derxin.

Hiqûqnas: Erka NY’ê ye ku dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê derxîne
Hiqûqnas: Erka NY’ê ye ku dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê derxîne
Hiqûqnas: Erka NY’ê ye ku dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê derxîne
Hiqûqnas: Erka NY’ê ye ku dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê derxîne
Hiqûqnas: Erka NY’ê ye ku dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê derxîne
Hiqûqnas: Erka NY’ê ye ku dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê derxîne
Hiqûqnas: Erka NY’ê ye ku dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê derxîne
Hiqûqnas: Erka NY’ê ye ku dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê derxîne
Hiqûqnas: Erka NY’ê ye ku dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê derxîne
14 cotmeh, 2022   19:54
HESEKÊ

Di roja 7ʹan a dawî ya pêngava "Vegera Ewle mafekî rewa yeʹʹ de,   Komîteya Koçberên Serêkaniyê komxebatek bi beşdarbûna hiqûqnas û parêzerên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî li dar xist. Di komxebatê de bal hat kişandin ser sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rola hiqûqnas û parêzeran a dan û standinan bi vê dosyayê re.

Komxebat li navenda Parastina Civakê ya kampa Serêkaniyê ya taxa Telayê ya Hesekê bi dehan koçberên ku li kampê dimînin, hat lidarxistin.

Komxebat ji aliyê berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîl û herdu dadgerên dîwana Edaleta Civakî ya Hesekê Kesîre Neme û Mihemed Melî ve hat birêvebirin.

Mehmûd Cemîl îşaret bi sûcên şer û sûcên dermirovî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî niştecihên resen pêk tîne, her wiha rêbazên darizandina dewleta Tirk li dadgehên navneteweyî de kir.

Di komxebatê de, hiqûqnasan destnîşan kir ku erka Neteweyên Yekbûyî NY’ê û Meclisa Ewlehiyê dagirkeriya Tirk ji deverên dagirkirî derxînin.

Hiqûqnasan destnîşan kir ku destwerdana dewleta Tirk a dagirker di xaka Sûriyê de bê ku destûrê ji hikûmeta Şamê bixwaze wek dagirkirin tê dîtin û hate gotin: "Dewleta Tirk dewleteke dagirker e, bêyî destûra gelên herêmê an jî serdesteiya Sûriyê sînor derbas kir."

Komxebat bi xwendina daxuyaniyekê bi zimanê Kurdî ji aliyê endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mihemed Haco û bi zimanê erebî ji aliêy endama Dîwana Edaleta Civakî Kesîre Nima ve di dawî bû.

Daxuyanî wiha ye:

“3 sal di ser salvegera bi êş a dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî re derbas bûn. Ev herdu herêm bi operasyoneke leşkerî ya dagirkeriya û çeteyên wê û bi hevkariya hin aliyên navneteweyî û herêmê hatin dagirkirin û niştecihên wê bi hêza çek û terora rêxistinkirî hatin koçberkirin.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê/Raselên/Reşêno, 8’ê Cotmeha 2022’an li kampa Waşokanî ya Hesekê, bi beşdariya çapemenî, rêveberên komîteyê û şêniyên koçber, dest bi hemle û çalakiyan û dayîna rapor û daxuyaniyan bi navê (Vegera ewle mafekî rewa ye) kir.

Ji rêzeçalakiyên ku me di hefteyekê de pêk anîne ne:

Roja yekemîn:

Civîneke çapemeniyê hat lidarxistin, tê de daxuyanî bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hat xwendin û bîlançoya binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên 3 salan ji dagirkeriyê yên belgekirî hat xuyakirin.

Roja duyemîn:

Haştaga bi navê (Vegera ewle mafekî rewa ye) bi zimanên Kurdî û Erebî hat destpêkirin.

Komxebatek bi navê “Serêkaniyê berî û piştî dagirkeriyê” bi beşdariya bi dehan koçber û rojnamevan hat lidarxistin.

Roja sêyemîn:

Gelek komîte ji bo serdana Meclisa Malbatên Şehîdan ên kampan û malbatên kesên windabûyî û yên girtî, hatin damezirandin.

Roja çaremîn:

Komxebatek bi navê “Vegera ewle mafekî rewa ye” li kampa Serêkaniyê bi beşdariya bi dehan koçber û rêveber hat lidarxistin.

Roja pêncemîn:

Ji endamên komîteyê du komîte hatin avakirin û bi rêya Daîrya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nameya protestoyî radestî rêveberiya Rûsyayê û nûnertiya Koalîsyona li dijî DAIŞʹê ya li Hesekê kirin, her wiha hevdîtin bi nûnerê Amerîkayê re pêk anîn.

Her wiha nameyek radestî Daîreya Têkiliyên Derve hate kirin da ku

Her wiha ji bo xurtkirina tevkarî û hêsankirina beşdarkirina endamên komîteyê di civîn û kongreyên navneteweyî de nameyek radestî Daîreya Têkiliyên Derve hate kirin. Heman demê armanc ji vê yekê ew e ku endamên komîteyê bi rêya raporên fermî, delîl û belgeyan rewşa li ser erdê, rewşa koçberiyê, azar û daxwazên xwe bi aliyên navneteweyî re parve bikin.

Roja şeşemîn:

Gelek şande hatin avakirin. Ev şande serdana koçberên li kamp, navendên bicihkirinê, gund û bajaran kirin, li koçberan guhdar kirin û rêbazên dîtina çareseriyan ji pirsgirêkên nîqaş kirin da ku bighînin ailyên têkildar rên Rêveberiya Xweser.

Roja heftemîn:

Panelek bi beşdariya parêzer, hiqûqnas û dadweran ji bo nîqaşkirina rewşa dagirkeriyê û rêbazên darizandina dagirkeriya Tirk li dadgehên navneteweyî hat lidarxistin.

Em Komîteya Koçberên Serêkaniyê bidawîbûna Pêngava "Vegera ewle mafekî rewa ye" ku hefteyekê bê navber dewam kir radighînin. Heman demê em ji gelê xwe re diyar dikin ku em ê di hemû qadên siyasî, dîplomsî û qanûnî û hwd de xebatên xwe dewam bikin da ku vegera ewle ya bi rûmet a gelê xwe yên berxwdêr ê li kamp û derveyî wan li gund û bajarên xwe yên bêyî dagirkerî, misoger bikin.

Her wiha em bang li rêxistinên navneteweyî di serî de NY’yê dikin ku li gor qanûnên navneteweyî destekê bidin koçberên di kampan û derveyî kampan de bê ku siyasetê bixin nav dozên mirovî ji bo razîkirina hin aliyan.”

 (mh)

ANHA