​​​​​​​Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 28 roj in serhildan didome 

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî qetilkirina Jîna Emînî di roja xwe ya 27’an de berdewam dikin.

​​​​​​​Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 28 roj in serhildan didome 
15 cotmeh, 2022   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Rojhilatê Kurdistanê duh jî di roja 28’emîn de xwepêşandan û nerazîbûnan li bajarê Sine, Seqiz, Kirmaşan û gelek navên din bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî desthilata Îranê berdewam kirin.

Li bajarê Zahîdan ku ji berî duh hefteyan komkujî lêhate kirin, piştî nimêja Înê, welatî daketin qadan û li dijî desthilatê dirûşme avêtin.

Li Ehwazê jî li ser banga çalakvanên Ereb li çend qadên bajêr xwepêşandan pêk hatin û dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Ji bo pêşî li berfirehbûna xwepêdanan bigirin, duh berpirsên hikumeta Îranê xetên înternetê di nava bajaran de qût kir.

Her wiha li bajarên Îranê Şîraz, Efsehan, Yezid, Meşhed, Tehran û gelek bajarên din xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê hebûn.

Ji bo çalakiyên îro jî werin lidarxistin, ciwanên taxên Tehranê banga piştgiriyê kirin.

Li Kirmaşanê jî komek ciwan ku xwe weke ciwanên Kirmaşanê dane naskirin, daxwaz kirin ku îro ciwan bi çalakî û nivîsandina dirûşmeyên li ser dîwan, nerazîbûnên xwe berdewam bikin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan ji 16’ê Îlonê ve li seranserî Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanan de 201 kes hatine kuştin.