​​​​​​​Koçberan êrişên dagirkeriya Tirk û hedefgirtina erebeyekê li nêzî Kampa Newroz şermezar kirin

Koçberên Serêkaniyê û Girê Spî yên li Kampa Newroz a li bakurê rojhilatê Dêrikê, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û hedefgirtina erebeyekê li nêzî Kampa Newroz bi rêya balafireke bêmirov ku di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sotoro şehîd bû, şermezar kirin.

​​​​​​​Koçberan êrişên dagirkeriya Tirk û hedefgirtina erebeyekê li nêzî Kampa Newroz şermezar kirin
14 cotmeh, 2022   11:40
QAMIŞLO

Rêveberiya Kampa Newroz, koçberên Serêkaniyê û Girê Spî yên li kampê bi cih bûne, li qada kampê kom bûn û daxuyanî li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina şêniyan bi rêya balafirên bêmirov da.

Koçber Ehmed Hesen daxuyanî xwend û wiha tê de hate gotin:

"Em welatî û niştecihên Kampa Newrozê ya Dêrikê bi tundî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çar parçeyên Kurdistanê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin.

Di vê dawiyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê; jin, zarok û saziyan zêde bûne. Her wiha roja çarşemê balafireke bêmirov erebeyek li pêş têketina kampa Newrozê bombebaran kir, di encamê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sotoro şehîd bû û sivîl birîndar bûn.

Ev êrişa hovane bi xwe re tirs û xof xiste nava zarok û jinên li kampê. Ji lew re em bang li aliyên têkildar, rêxistinên mafên mirovan û NY’yê dikin ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên hovane yên li dijî hemû herêman bisekinin û bi lez qada hawayî li herêmê bigirin, bi taybet li ser kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ku di bin çavdêriya NY’yê de ne.

Li ser nave şêniyên li kampa Newrozê ku bi darê zorê ji Serêkaniyê û Girê Spî bi sedema bombebaranên delweta Tirk û hovîtiya çeteyên wê koçber bûn bi tundî şermezar dikin, her wiha bêdengiya civata navneteweyî, bi taybet rêxistinên mafên mirovan, Komseriya Penaberan a NY’yê şermzar dikin. Her wiha soz didin gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşînê heta têkbirina faşîst û çeteyên wê bilind bikin."

(fr)

ANHA