​​​​​​​Meclisa kantona Hesekê sûcê suîqastkirina Mihemed Bozan şermezar kir

Meclisa kantona Hesekê sûcê suîqastkirinê yê li dijî endamê meclisa navçeya Şedadê Mihemed Bozan ku şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê pêk aniye, şermezar kir.

​​​​​​​Meclisa kantona Hesekê sûcê suîqastkirina Mihemed Bozan şermezar kir
14 cotmeh, 2022   12:02
HESEKÊ

Şeva berê, şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê, dema endamê Komîteya Parastinê ya Meclisa Navçeya Şedadê û endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Bozan vedigerî gundê xwe yê Elos, li pêş mala wî suîqast kir.

Têkildarî mijarê meclisa kantona Hesekê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Careke din terorê hevrêyê me hedef girt. Ew yek dijberiya eşkere ya li hember vîna gelê me û derbekirina pêkhateyên herêmê ye, her wiha nîşaneyeke zelal e ku armanca terorê xwînrijandina sivîlan e. Şaneyên terorê endamê meclisa navçeya Şedadê ya Meclisa kantona Hesekê Mihemed Hisên Bozan ku endamê Komîteya Parastinê ye, dema vedigerî mala xwe bi guleyan kir hedeft. Di encamê de şehîd bû.

Bi navê meclisê em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin.

Ev hedefgirtin, berdewama komployên Ii dijî gelê me, ewlehî, îstîqrar, jiyana hevbeş û li dijî projeya demokratîk e.

Ew yek tolhilanîna têkçûyîna çeteyên DAIŞ’ê di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê de ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê pêk anîne.

Em vê sûcê hovane şermezar dikin û civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan berprisiyar dibînin, ji ber li ser van sûcan bê deng in.

Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku dawî li êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bînin, sûcdaran muhasebe bikin, çareyekê ji dosyaya çeteyên DAIŞ’ê re deynin ku êdî li ser herêmê xeter e. Ji ber bidawîkirina xeteriya wan ne tenê li ser mile Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê ye.

Xwîna şehîdên me badilhewa naçe, em ê li ser şopa şehîdên xwe bin û têkoşînê bilind bikin."

(fr)

ANAH