QSD: Îdiayên dewleta Tirk ên şehîdxistina şervanên me derew in

QSD’ê îdiayên dewleta Tirk a dagirker li ser şehîdixstina 6 şervanên wan di 12-13’yê Cotmehê de derewandin.

QSD: Îdiayên dewleta Tirk ên şehîdxistina şervanên me derew in
14 cotmeh, 2022   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser hesabê xwe yê twîtterê îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên şehîdxistina şervanên wan derewandin û got:

"Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker, di rojên 12 û 13’yê Cotmehê de daxuyanî dan û îdia kir ku di van rojan de 6 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ji rastiyê dûr in."