​​​​​​​Meclisa PYDʹê ya Qamişlo êrişên dagirkeriyê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin

Endamên Meclisa PYDʹê ya bajarê Qamişlo bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kir û gotin: " li ser piyan bin, em ê li qandên têkoşînê bin heya ku em vê faşîzime têk bibin.”

​​​​​​​Meclisa PYDʹê ya Qamişlo êrişên dagirkeriyê û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin
13 cotmeh, 2022   13:31
QAMIŞLO

Endamên Meclisa PYDʹê ya bajarê Qamişlo li ber avahiya meclisê partiyê ya taxa Asurî kom bûn, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, ya herî dawî êrişa bi balafira bê mirov a li kampa Newroz ya bajarê Dêrikê, şermezar kirin.

Hevserokê nivîsgeha PYDʹê ya bajarê Qamişlo Mesûd Dawud axivî.

Mesûd Dawud diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dema ku dibîne gelê Kurd di nava çalakiyan de ye rihet nasekine û di roja bîrnîna şehîd Hevrîn Xelef de ya ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatî qetilkrin, bi balafireke bê mirov a bi çek êrişî Dêrikê kir.

Mesûd Dawud bal kişand li ser armanca vê bombebaranê û wiha pêde çû: “Di van bombebaranan de welatiyên me şehîd û birîndar dibin. Wekî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bi israr in ku li hember hemû êrişan û gefên dewleta Tirk li ber xwe bidin. Em ê rojane di nava çalakiyan de bin heya ku em vê faşîzima Tirk têk  bibin û vê sîstema kedxwer û dagirkeriyê bişkînin."

Dawud bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan a li hemberî van êrişan şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê rojane li ser piyan bin, em ê li qandên têkoşînê bin heya ku em vê faşîzime têk bibin.”

Piştî axaftina Mesûd Dawud diruşmeyên “Na ji dagirkeriyê re” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

(hh)

ANHA